Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Çarşamba - 18 Eylül 2024

Li Riha, Îzmîr û Stenbolê operasyonên qirkirina siyasî

Navenda Nûçeyan |

Operasyonên qirkirina siyasî yên hikûmeta AKP-MHP’ê ya li dijî gelê kurd bênavber didomin. Di vê çarçoveyê de polîsên dewleta tirk li Riha, Stenbol û Îzmîrê bi ser gelek malan de girtin û gelek kes binçav kirin.

Hat zanîn ku polîsên dewleta tirk îro di danê sibehê de li Riha û navçeyên wê bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtina malan de li gundê Mizara yê Sêweregê endamê Meclisa DBP’ê Bekîr Karageçîlî, li navçeya Wêranşarê hevserokê HDP’ê yê navçeyê Hidir Oktay û ji rêveberên HDP’ê yê navçeyê Îshak Gunduz hatin binçavkirin. Hat zanîn ku bi ser mala endama Meclisa Şaredariya Hewangê ya HDP’î Sema Aîşeoglû de jî hate girtin lê ji ber ku li malê nebû, nehate binçavkirin. Sedemê binçavkirinan nehat zanîn û binçavkirî li Midûriyeta Polîsan a Rihayê tên girtin.

5 ciwan hatin girtin

Di 1’ê tîrmehê de jî polîsan li navçeya Esenyûrt a Stenbolê di serdegirtina malan de 9 endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê binçav kiribûn. Piştî îfadeyên wan ên li emniyetê qediyan, dozger bi daxwaza girtinê sewqî Edliyeya Çaglayan a Stenbolê kirin. Dadgeriyê jî 4 ciwan berdan û ji bo 5 ciwanan jî bi îdiayên ‘Endamên rêxistinê ne’ û ‘propagandaya rêxistinê kirine’ biryara girtinê da.

Li Îzmîrê bi ser malan de girtin

Di heman demê de li Îzmîrê jî di serê sibehê de polîsan bi ser gelek malan de girt û li malan lêgerîn kirin. Piştî lêgerînê jî bi îdiayên ‘Endamên rêxistinê ne’ û ‘porpagandaya rêxistinê kirine’, 5 kes binçav kirin. Kesên hatine binçavkirin derbasî midûriyeta polîsan hatin kirin. Hat zanîn ku yek ji binçavkiriyan sûriyeyî ye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar