Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Riha û Amedê 6 kes hatin binçavkirin

Operasyona qirkirina siyasî ya li dijî gel û siyasetmedarên kurd ranaweste. Polisan, li Amedê bi ser gelek malan de girt û 5 kes binçav kirin. Li Rihayê jî Hevserokê HDP’ê yê Bîrecîkê Omer Karadag hat binçavkirin. Her wiha dema binçavkirina hevşaredarên Erdîşê Yildiz Çetîn û Bayram Çîçek ji bo 4 rojan hat dirêjkirin

Polisan, serê sibejê li Amedê bi ser gelek malan de girt. Polisên Tevgera Taybet jî tevlî operasyona qirkirina siyasî bûn û Endama Lîjneya Rêberiya Navendî (MYK) ya Meclisa Jinan a Sosyalîst (SKM) Safiye Ok û endamên Federasyona Komeleyên Ciwanan ên Sosyalîst Helîn Yagmûr, Sedat Turlu û Osman Demîr derb kirin û binçav kirin. Li Rezan jî polisan bi ser mala Bariş Erîşen de girt û ew binçav kirin. Polisan kesên binçavkirin birin Miduriyeta Polisan a Amedê.

Polîsan Hevserokê HDP’ê yê Bîrecîkê binçav kirin

Li aliyê din polîsan bi ser mala Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Bîrecîk a Rihayê Omer Karadag de girtin û deriyê mala wî şikandin. Polîsan piştî li mala Karadag lêgerîn kirin ew binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Rihayê. Sedema binçavkirina Karadag nehat zanîn.

Dema binçavkirina hevşaredarên Erdîşê hat dirêjkirin

Her wiha dema binçavkirina hevşaredarên Erdîşê Yildiz Çetîn û Bayram Çîçek ku di 15’ê cotmehê de hatibûn binçavkirin ji bo 4 rojan hat dirêjkirin. Hat hînbûn ku biryara nepeniyê li ser dosyayên hevşaredaran e û lêpirsîna derbarê wan de li ser îfadeyên şahidekî veşartî hatiye destpêkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar