Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Li Rihayê bav li ber çavê zarokên xwe hatin îşkencekirin

Birayên Yildirim ên ku li Rihayê bi îşkenceyê hatine binçavkirin û bi rojan li Qereqola Yaylakê û Şaxa TEM’ê ya Rihayê di îşkenceyên giran re derbas bûn axivîn. Birayên Yildirim diyar kirin ku li ber çavên zarokên wan hatine îşkencekirin û her kêliya wan bi îşkenceyê derbas bûye

Leşkerên dewleta tirk di 18’ê gulanê de li gundê Dêrto yê Xelfetî ya Rihayê operasyona leşkerî pêk anî. Di dema operasyonê de şer derket û alîkarê komîserê hêzên tevgera taybet hate kuştin û 2 polîs jî birîndar bûn. Piştî şer jî artêşa tirk li Xelfetî û Hewagê bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtina malan de tevî zarok û jinan, 47 kes bi îşkenceyê hatin binçavkirin. Ji kesên hatine binçavkirin heta niha 19 kes jê hatine berdan. Îşkenceya ku li Xelfetiyê li welatiyan hatiye kirin jî di raya giştî de rê li ber bertekên mezin vekir. Der barê mijarê de birayên bi navên Ahmet û Muslum Yildirim ku li taxa Qoser a Hewagê hatibûn binçavkirin û hatin berdan, bi Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn.

Ahmet Yildirim ku serê wî hatiye şikandin û hîn şopên îşkenceyê li ser laşê wî hene, kêliyên binçavkirinê wiha vegot: “Li malê rûniştibûm. Min ferq kir ku tîmên taybet ketine hewşa malê. Dema min di pacê de li wan dinihêrî yekî qîr kir û got; ‘perdeyê bigire û li me mêze neke.’ Piştre jî li derî xistin û çawa ku min derî vekir jî li min xistin. Di serî de ji min nasname xwestin û piştre jî çûn mala birayê min Emîn Yildirim. Birazayê min Ugur Yildirim ji piştve kelemçe kirin û lê xistin.”

Kîsekî reş xistin serê wî û îşkence kirin

Di berdewamê de jî Yildirim pêvajoya derbaskirina wan  a Qereqola Cendirmeyan a Yaylakê û Şaxa TEM’ê ya Rihayê vegot û ev agahî parve kirin: “Dema ji nezaretxanê hatime derxistin kîsekê reş xistin serê min. Piştre jî li min xistin. Min nedizanî bê ka çend kes li min dixin. Ez hatibûm tazîkirin. Dîsan li min xistin û bi erdê re dirêj kirin. Dest û lingên min girê dan. Ez pêpiştî hatim dirêj kirin û elektrîk dan organên min ên zayendî. Serê min şikandin. Şopa birînê ya li serê min hîn xuya dike. Omer Gul jî bi min re bû. Îşkenceyeke giran li wî jî kirin. Dema em ji bo kontrola tenduristiyê çûn nexweşxaneyê, dev û difina me di nava xwînê de bû. Lê bijîşkan mudaxale nekirin.”

Li qereqol û TEM’ê îşkenceya giran

Bira Muslum Yildirim ku ji ber îşkenceyê 6 kêl avêtine guhê wî yê rastê û linge wî yê rastê reş û şîn bûye jî kêliyên di bin çavan de wiha anî ziman: “Hêj li malê îşkence dest pê kir. Li ber çavên zarokên min, hatim îşkencekirin. Bi ser devkî li erdê hatim dirêjkirin. Em wisa rawestandin. Li Qereqola Yaylakê jî polîsên tîmên taybet pêhn li serê me dan û çêrên giran li me re kirin. Em hemû derxistin, pêdevî li erdê dirêjkirin û îşkence li me kirin. Bi qontaxa çekê li me xistin. Piştre jî em birin Şaxa TEM’ê. Em 6-7 rojan li TEM’ê man. Li vê derê jî îşkenceyeke giran li me hate kirin. Em sedema binçavkirina xwe nedizanî. Ji me re di gotin; ‘sedema mirina hevalê me hûn in.’ Em bi vê îdiayê sûcdar dikirin. Tevî ku ev îdia derew bû jî bi rojan îşkence li me kirin.” RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar