Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cumartesi - 6 Temmuz 2024

Li Rihayê çalakgerên Berxwedana 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn

Çalakgerên Rojiya Mirinê ya 14'ê Tîrmeha 1982'yan di salvegera 41'emîn de li Rihayê hatin bibîranîn. Di bîranînê de hat gotin ku polîtîkaya zilma li Zindana Amedê bi tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dike.   

Komeleya 78’an a Rihayê derbarê 41’emîn salvegera çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmeha 1982’an ku ji aliyê kadroyên pêşeng ên PKK’ê Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Durmuş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek ve pêk hatibû de bi dirûşma “Em ê bi ruhê 14’ê Tîrmehê tecrîdê bişkînin” li Baroya Rihayê bernameya bîranînê li dar xist. Her wiha stranên ku li ser çalakiya rojiya mirinê hatine çêkirin jî hatin guhdarîkirin. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Rihayê, Rêxistina Parîtiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê, Partiya Çepên Kesk a Rihayê, Dayikên Aştiyê, KAT-DER, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Rihayê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Rihayê, Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF) û Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Rihayê Ferît Şenyaşar û Dîlan Kunt Ayan beşdarî bîranînê bûn.

Endamê Meclisa 78’an Mehmet Alî Artuk, xwişka Alî Çîçek Ayşe Çîçek, Hevserokê DBP’ê yê Rihayê Vahit Akgun û endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê ya Rihayê Muhsîn Aydogdu di dîwanê de cih girtin.

Bîranîn bi rêzgirtina ji bo cangoriyên têkoşîna azadî û demokrasiyê dest pê kir. Sînevîzyonek ji gotinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk dihat hat nîşandan. Piştre jî peyama navendî ya Komeleya 78’an hat xwendin.

‘Polîtîkaya qirkirinê îro di şexsê Rêber Apo de tê meşandin’

Parlamentera Partiya Çepên Kesk Dîlan Kunt Ayan di bîranînê de axivî û diyar kir ku polîtikayên qirkirina gelê kurd a darbeya 12’ê Îlonê niha bi polîtikayên tecrîde ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dike û got ku divê hemû civak li dijî tecrîdê bertek nîşan bide.

Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê Muhsîn Aydogdu jî diyar kir ku divê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di rojeva baro, gel û partiyên siyasî de be û wiha got: “Divê her kes ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çi ji destê wan tê bike. Ger ku me nekariye heta niha tecrîdê rakin, em hemû, tevahiya gelê kurd di pozîsyona xwerexnekirinê de ne. Divê êdî em ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan têbikoşin.”

Piştrê jî şahidên çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tirmehê axivîn û bîranînên xwe anîn ziman.

Bername bi temaşekirina filmê “14’ê Tîrmehê” bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar