Li Rihayê di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de polîsan bi ser gelek malan de girt û 25 kes binçav kirin
Di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî ya li dijî siyasetmedar û gelê kurd li Rihayê polîsên dewleta tirk bi ser malan de girt û 25 kes binçav kirin. Kesên hatine destgîrkirn birin Miduryeta Emniyetê ya Bajarê Rihayê, li aliyê din endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mahmût Yaşar, Arîf Kaplan û Îbrahî Şîmşek jî di nava kesên hatine binçavkirin de ne. RIHA