Li mezreya Remzîkoy ê gundê Quzlûg ê navçeya Karakopru ya Rihayê, di navbera 2 malbatan de şerekî çekdarî derket. Di şer de yek jê jin bi giştî 5 kesan jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn. Komên tenduristiyê piştî bûyerê hatin cihê bûyerê û birîndaran bi ambulansa rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mehmet Akîf Ersoy a Rihayê.
Hat hînbûn ku şer ji ber nelihevkirin erd derketiye. RIHA