Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Li Roboskê hiqûqa berovajî: 34 mirin 34 doz

Pêvajoya hiqûqê ya têkildarî Komkujiya Roboskêyê ku soz hatibû dayîn dê li korîdorên Enqereyê winda nebe, berovajî pêk tê. Faîlan beraet kirin, du ji gundiyan girtî ne û bê hejmar doz li wan hatin vekirin

Li ser Komkujiya Roboskê ya ku gelek jê zarok 34 kesan bi balafirên artêşa tirk hatibûn qetilkirin, 9 sal derbas bûn. Şûna 2 bîdonên mazot, kiloyeke çay û şekirê yên ku her kesekê bi hêstiran dikişandin bi tonan bombe hatin barandin. Pişt re jî dozên li dadgehên leşkerî û sivîl hatin vekirin yek bi yek hatin girtin. Piştî ku rêyên hiqûqa navîn qediyan parêzeran di 17’ê gulana 2018’an de serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) dan. Lê ji ber ku parêzeran belge du rojan dereng teslîm kirin DMME’yê doz red kir.

Li gel van pêvajoyan li Roboskêyê pergala hiqûqeke berovajî pêk tê. Birayê Serhat Encu yê di bomberanê de hat qetilkirin, Velî Encu û birayê Nevzat Encû yê di bomberanê de hat qetilkirin, Barış Encu ji ber çalaki, daxuyanî û şîroveyan, di girtîgehê de ne. Derbarê gelek malbatan de bi hinceta ‘îhlalkirina sînor, mijûlkirina dadgehê, li dar xistina çalakiyan, hilgirtina wêne û parkartan’ doz hatiye vekirin.

34 kes tên darizanin

Ji ber protestoya qeymeqam Naîf Yavûz a demê komkujiyê hatibû kirin, derbarê 34 kesên ku Ferhat Encu jî di nav de bi hinceta ‘propagandaya rêxistinê kirin, heqaretkirina rayedarên leşkerî, bi zanebûn kuştina kesekê’ doza hatibû vekirin, didome.

Niha 16 malbat jî ji ber ku beşdarî bîranîna Roboskêyê bûne li Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê tên darizandin. Li gel bêşopandina biranîna roja 500’emîn jî di navbera hezar û 3 hezar de cezayê pere dan malbatan. Bavê Bîlal Encu yê hat qetilkirin, Abdurrahman Encu bi van gotinên ‘faîl mezin e, faîl bi hêz e. Ji ber wê yekê niha dernakeve holê lê Xwedê mezin e’ bawer dike ku wê rojekê teqez hesap were dayîn.

Bi gotinên dayika Velî Encu yê ku birayê xwe winda kir, Halîme Encu yên ‘di encama komploya du kesên ku li min bûn mevan, ên ku min xwarin û vexwarin dan wan’ bi girtina 5 sal ceza, 2 sal in girtî ye. Ji bilî doza ku Velî Encû niha li girtîgehê ye 5 dozên ku derbarê wî de hatine vekirin didomin.

Birayê Nevzat Encu, Bariş Encû jî ji ber parvekirinên hesaba xwe ya medyaya civakî de bi girtina 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê, nêzî 2 sal in girtî ye.

Qertên wan ên kesk betal kirin

Bavê Mehmet Alî Tosûn, Zekî Tosûn derbarê pergala hiqûq û edaletê ya ku li Roboskêyê pêk tê de wiha axivî: “Ji ber ku me cenazeyên xwe li rex hev veşartin bi heqaret kirina fermandarê qereqolê û Serokkomar dozên cuda cuda hatin vekirin. Ev doz hêj jî didomin. Ji ber van dozan qertên me yên kesk betal kirin û li min 22 hezar TL cezayê pere birîn. Ji ber axaftinên min dan çapemeniyê jî 2 sal bi şertê kontrola edlî ceza dan, min nekarî derkevim derveyî bajêr.”

Goristan ji diakirina komî re girtî ye

Dayika Salîh Encu, Amîna Encuyê jî zextên li ser wan tên meşandin vegotin. Encu diyar kir ku bi awayekî komî çûyîna wan a ser gorên zarokên wan hatiye qedexekirin û wiha got: “Em her tim hişyar dikirin. Digotin ‘Me got qey terorîst in, dengê xwe nekin, nebin dozdar.’ Em diçûn ser gorên xwe, rêka me digirtin û em asteng dikirin. Nedihiştin em biçin ser gorên zarokên xwe jî.”

Şûna kujeran doz li mexduran vekirin

Dayika Şîrvan Encu, Leyla Encuyê jî ev tişt anî ziman: “Şûna kujerên zarokên me, me dibin dadgehê. Me çi kiriye? Wan zarokên me qetilkirin. Ji bo ku em çûn cihê zarokên me hatin qetilkirin ji me re 3 hezar TL cezayê pere birîn. Tayîp Erdogan, zarokê te li wir hatibûya qetilkirin, te mereq nedikir û nediçûyî cihê bûyerê? Niha jî ne ew em ketin dadgehan.”

Ji ber pankartê girtî tê darizandin

Ji dayika Selemî Encu (22) Semîre Encu re jî ji ber di salvegera komkujiyê ya 2015’an de pankart girtiye doz hatiye vekirin. Ew bi xwe nizane di pankartê de çi hatiye nivîsîn, doz hê jî didome. Encu da zanîn ku ji ber xizmekî wê bi erebeyê li yekê xistiye ji bilî cezayê girtîgehê 300 hezar TL cezayê pere dane û wiha got: “34 kes hatin qetilkirin lê yek kes jî nehat darizandin.”

‘Dewlet gefan li me dixwe’

Dayika Karker Encu (16), Fehîme Encu jî derbarê hiqûqa berovajî pêk tê de ev tişt gotin: “Piştî vê bûyerê dewletê her tim gef li me dixwar. Çawa me devê xwe vedikir gef li me dixwarin. Ji bo ku sûcdar hesap bidin me serî li gelek cihan dan lê tu encam derneket. Di vê bûyerê de kesekî berpirsyar jî hatibûya cezakirin belkû bêhna me derketibûya. Zarokên me hêj gelek biçûk bûn û tu sûcên wan jî nebû. Komkujiyek û nehekiyeke mezin hat kirin.”

Dayika Erkan Encu (13) Felek Encu jî gotinên xwe yên têkildarî hiqûqê wiha anî ziman: “Ji ber ku me saziyên darazê mijûlkirine 300 TL cezayê pere dan me. Tu caran wê dilê me hûn nebe. Kengî faîl bên darizandin û cezakirin dibe ku wê demê em hinek rehet bibin. Me nedihişt lawê min berfa li ser ban paqij bike. Lê niha lawê min di nava berfê de radize.” ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar