Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Li Rojava çalakiyên Roja Azadiya Ocalan a Cîhanê

Bi wesîleya 10’ê Cotmehê Rojava Azadiya Ocalan a Cîhanê li bajarên Qamişlo, Dêrik, Amûdê, Tirbespiyê û Girkê Legê çalakî hate lidarxistin, komploya navneteweyî hate protestokirin.

Pêkhateyên bajarê Qamişloyê ji Çerxerêya Mûnîr Hebîb a rojavayê bajarê, dest bi meşeke girseyî kir. Endamên saziyên sivîl û saziyên Rêveberiya Xweser beşdarî meşê bûn.

Meşvanan tecrîda girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Komploya Navneteweyî ya ji aliyê dewletên kapîtalîst ve, şermezar kir û banga bilindkirina têkoşînê ji bo rakirina tecrîdê û bersivdayîna êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser herêmên Kurdistanê, kir.

Meş li pêşiya avahiya NY`yê veguherî mîtîngê. Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Telat Yûnis axivî û daxuyand ku dagirkeriya dewleta tirk û dewletên desthilatdar hewl didin azadiya gelên herêmê sînordar bikin û wiha got: “Me dît çawa dewleta tirk bi êrîşên xwe yên terorîst bajarên Serêkaniyê, Efrîn û Girê Spî dagir kir.”

Yûnis her wiha bang li NY`yê, civaka navneteweyî û hemû rêxistinên mafên mirovan kir ku li hemberî siyasetên dagirkeriya tirk û êrîşên wê bisekinin, helwestên xwe biguherînin û sînorekî ji binpêkirinên Tirkiyeyê yên li dijî şêniyên re deynin.

Dêrik

Bi sedan şêniyên bajarê Dêrikê, herêma Koçberat û Berava ji bo şermezarkirina komployê û êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li dijî herêmên û dagirkirina Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê meşiyan.

Meş ji Qada Azadî dest pê kir. Şêniyan sloganên silavkirina berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li girtîgeha Îmraliyê berz kirin, mudexeleya dewleta tirk a herêmê û pêkanîna komkujiyan li dijî sivîlan şermezar kirin.

Meş li ber dêra Mar Şamonî rawestî û veguherî mitîngê. Di mitîngê de endama rêveber a Kongreya Starê Şedye Yusif axivî û diyar kir ku Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rastiya rola tirk a kîndar li dijî herêma Rojhilata Navîn aşkera dike.

Berdevkê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mutiî Umer axivî û destnîşan kir ku komplo dê negihêje serî, ji ber ku Ocalan girtîgeh veguherandiye dibistana fikr û zanistî û belavkirina çareseriya aloziyên herêma Rojhilata Navîn û her wiha îşaret pê kir ku mudexeleyên dewleta tirk di herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de û dagirkirina gelek bajarên wê, berdewama komployên wan ên li dijî gelê kurd û piraniya gelên azadîxwaz e.

Tirbespiyê

Li navçeya Tirbespiyê bi sedan pêkhateyên herêmê yên kurd, ereb, suryan li pêşiya têketina bajêr ji aliyê rojava, kom bûn û ber bi kolana sereke ve li aliyê rojhilat ve meşiyan. Şêniyan sloganên li dijî dewleta tirk û komployê berz kirin.

Meş li ber navenda navçeyê rawestî. Endamê rêveber ê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Fasîh Hisên û endama rêveber a Kongreya Starê Fehîme Temo axivîn û diyar kirin ku komplo tevahiya pêkhateyên herêmê kir hedef û dagirkirina dewleta tirk herêmê berdewama komployê ye.

Amûdê

Bi tevlêbûna bi sedan şêniyên navçeya Amûde, meşek ji çerxerêya Jina Azad ber bi navenda Ciwanên Şoreger a Sûriyeyê ve destpê kir. Şêniyan, wêneyên Ocalan û pankartên bi nivîsên ‘Azadî ji bo rêber Ocalan’, ‘Ocalan sembola aştiyê ye’, ‘Na ji dagirkeriya tirk re’ û ‘Êdî bes e dagirkera kujer’ hildan.

Şêniyan di meşê de banga bidawîkirina tecrîdê û pêwîstiya avakirina yekitiya kurd li hemberî artêşa tirk a dagirker û sûcên wê kirin.

Meş li ber navenda Ciwanên Şoreşger rawestî. Piştre endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Minewer Xalid axivî û diyar kir ku Ocalan minareya azadiyê ye, divê gelên Kurdistanê û gelên Rojhilata Navîn ji bo rizgarkirina wî ji girtîgeha Îmraliyê têbikoşin.

Girkê Legê

Meşê ji çarxerêya Şehîd Xebat Ereb dest pê kir û ber bi navenda navçeyê ve dewam kir. Meşvanan wêneyên Abdullah Ocalan û pankartên şermezarkirina komploya navneteweyî, hildan.

Meşvan di kolanên sereke yên bajêr û sûka navendî ya navçeyê re geriyan. Li naverasta navçeyê meş veguherî mîtîngê. Hevserokê Meclisa Navçeya Girkê Legê Mihemed Cemîl komploya navneteweyî ya ku hêzên kapîtalîst li dijî Abdullah Ocalan, şermezar kir. Cemîl destnîşan kir ku dewletên kapîtalîst bi komployê fikrên Abdullah Ocalan dikin hedef.

Her wiha daxuyand ku bi saya fikr û felsefeya Ocalan, gelên Rojava xeta sêyemîn girt û pêkhateyên herêmê bi saya wê felsefeyê jiyana hevbeş dijîn.

Endama Kongreya Star Rîhan Temo jî ev tişt anî ziman: “Bi saya fikr û fesefeya Rêber Ocalan em gihaştin vê qonaxa dîrokî. Bi taybetî jinan cihê xwe di hemû qadên siyasî, leşkerî, dîplomatîk û civakî de girt.”

Her wiha bi sedena şêniyên bajarên Minbic, Kobanê, Eyn Îsa û Girê Spî jî ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li ser Ocalan li Parka Rêbertî li nêzî pira Qere Qozaqê ya ku çemê Firatê aliyê rojava û rojhilatê Sûriyeyê bi bakurê Sûriyeyê ve girê dide, kom bûn. Di çalakiyê de komplo hat şermezarkirin û azadiya Ocalan hat xwestin. QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar