Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Li Rojava nûnertiya dewleta tirk

Yek ji pirsgirêka gelê kurd a herî mezin pirsgirêka yekitiya neteweyî ye. Ji bo partî û rêxistinên kurd di nav xwe de bikaribin yekitiyekê ava bikin, gelek caran li hev civiyan. Lê heya niha di vê mijarê de wek tê xwestin astek yekitiyê nehatiye girtin.

Di sala 2013’yan de bi beşdariya partî û rêxistinên her çar perçeyên Kurdistanê li herêma başûrê Kurdistanê rêzecivîn hatin lidarxistin. Bi van civînan cara yekem di warê yekitiya neteweyî de kurd di vê astê de nêzî hev bibûn.

Lê ji ber hin partî û aliyên siyasî bi îradeya xwe tev li van civînên ku li bajarê Hewlerê dihatin lidarxistin nedibûn, nedikarîn bibin xwedî biryar jî. Lewma ev kes bi sekna xwe ya lewaz û bêhelwest li pêşiya yekitiya neteweyî her tim bûn asteng.

Wê demê dewleta tirk û hin dewletên herêmê yên ji yekitiya neteweyî ya gelê kurd nerehet ji bo ev hewldanên partî û saziyên kurdistanî negihêjin armanca xwe li pişt perdê gelek xebatên qirêj dan meşandin.

Ji ber ku Hewlêr yek ji navendên MÎT’a tirk e û ev xebata yekitiya neteweyî li vê herêmê dihat meşandin, MÎT’a tirk wek dixwest mudaxeleyî hin aliyan dikir. Bêguman piştre derket ku ji mudaxeleyê zêdetir wan bi rê ve dibir. Ger em bi bîr bixin wê demê ji bo ev xebat neyê meşandin rêvebiriya PDK’ê hin hincet didan pêş. Ev hincetên ku di rastiyê de tu feydeya xwe ji bo yekitiya neteweyî nînin ji hêla gelek aliyan ve bi awayekî matmayî dihatin şopandin. Herî dawî rêvebiriya PDK’ê ji bo ji ser masê rabe hevserokatiya kongreyê xistibû nîqaşê.

Wê demê li ser mijarê Serokê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan gotibû; “bila Mesûd Berzanî û Leyla Zana bibin Hevserokê Kongereya Neteweyî ya Kurdistanê.” Lê ev ne bi dilê Mesûd Berzanî bû. Ji ber ku ew fêrî parvekirinê nebûye, xwest ku hevserokatî nebe. Lewma li ser vê Abdullah Ocalan got; “Bila Mesûd Barzanî bibe serokê kongreyê û Leyla Zana jî bibe cîgira wî.” Di rastiyê de ev daxwaza malbata Barzanî hewldanên terkirina xebatê kongreya neteweyî bû.

Jixwe piştî wê hincetên cuda xebatên kongreya netewêyî hatin sekinandin û ji wê rojê şûn ve ger hin xebat hatin meşandin jî êdî negihişt wê asta berê.

Niha heman zihniyet bi awayekî cuda li rojavayê Kurdistanê xwe dide der. Li vî parçeyê Kurdistanê yê herî biçûk destkeftiyên ku hatine bidestxistin bên parastin hewldanên xurtkirina yekitiyê bi awayekî girîng tên meşandin. Li rexmî hemû êş û azarên hatine jiyîn jî rêvebiriya herêmê dixwaze li herêmê aramî û aştî hebe. Lewma ji bo vê jî hewldanên yekitiya partî û rêxistinên bakur û rohilatê Sûriyeyê ji bo xwe esas dibîne. Bi taybetî ji bo ENKS beşdarî van xebatan bibe û bikaribe di nav vê xebatê de li gor berjewendiyên gelê kurd û herêmê tevbigere xebatek hêja dide meşandin. Lê li rexmî ENKS di azadî û parastina herêmê de tu feydeya wê nîne, li şûna xebatan hêsan bike asteng dike.

ENSK jî mîna xwediyê xwe yê li başûrê Kurdistanê ji bo li vê herêmê yekitiya gel neyê avakirin çi ji destê wê tê dike. Hêjayê gotinê ye ku ev ENKS a bi perspektîfa dewleta tirk tevdigere û bi alîkariya wan ji xwe re hin derfet avakirine, ne gengaz e ku ji bo aramî û statûya herêmê xebatek hêje bidin meşandin.

Ev eniya ku ji çend kesî pêk tê ji bo li herêmê destkeftiyên gelê kurd ên bi xwîna hezaran keç û xortan hatine bidestxistin pêşkeşî dewleta tirk û neyarên gelê kurd bikin di nav pêşbirkê de ne. Lewma her tim bi hincetên cuda cuda dixwazin rêvebiriya herêmê di bin tewambariyekê de bihêlin û sedema nelihevkirina yekitiya neteweyî jî wan bidin nîşandan. Diyar e ku kesên di civînên 2013’yan de aqil didan PDK’ê niha jî aqilmendiya ENKS’ê dikin.

Li ser vê mijarê çend roj berê  Endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl diyar kir ku Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) li dijî sîstema perwerdeya bi zimanê kurdî û hevseroktiyê derdikeve. Her wiha Xelîl diyar kir ku piştî endamên ENKS’ê serdana Tirkiyeyê kirin û şûn de bûne xwedî helwestekî bi vî rengî.

Aldar Xelîl di nirxandina xwe de daxwaza ENSK’ê wisa bilêv kir: “ENKS ji bo razîkirina dewleta tirk daxwaza rakirina sîstema hevserokatiyê û perwerdeya zimanê kurdî kir. Dixwazin li dibistanan sîstema perwerdeya rejîma Baas bê dayîn. Mijarek din a dixwazin rabe ew e ku pêwîstiya parastina destkeftiyên şoreşa Rojava ye.”

Bêguman di vir de daxwaza rakirina pergala hevserokatiyê û perwerdeya zimanê kurdî mirov nikare ji rêzê ango daxwazên rewa bibîne. Dewleta tirk li rojavayê Kurdistanê axa welat dagir dike, li ser gelê herêmê komkujiyê pêk tîne, destdirêjî hemû nirxên gel dike û li cihê dagir kiriye bi zimanê tirkî perwerdê dide zarokan. ENKS li şûna li dijî van kiryaran derkeve radibe daxwazên neyerên kurd li ser gelê herêmê ferz dike.

Bi van daxwazan gelo ENKS difikire li herêmê yekitiyek çawa ava bike? Yan jî li gor wan yekitî tê çi wate yê? Gelo li gor wan yekitî parvekirina desthilatdariyê tenê ye. Ev yekitiya ku li ser zimanê civakê qedexeyan ferz dike û îradeya xwe birêvebirinê ji holê radike wê ji hêla gel çawa bê pêşwazîkirin. Di vir de pirsa girîng ev e. Bi rastî ENKS dixwaze destkeftiyên hatine bidestxistin bên parastin an na?

Dema mirov li daxwaz û helwesta wan mêze dike bersiva vê pirsê aşkera ye. Bêyî ku zêde dirêj bikim bi gotinek pêşiyan dixwazim balê bikişînim ser nêzîkatiya ENSK’ê. ‘Dijminê bava, nabe dostê lawa’ pêwîst e ENKS jî êdî dost û dijminê xwe nas bike.

Nûçeyên Têkildar