Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Li Rojava pergaleke nû ya tenduristiyê dikeve pratîkê

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ciwan Mistefa bal kişand ser qada tendurustiyê û pirgirêkên heta niha dijîn û got: “Li Bakur û Rojilatê Sûriyeyê di demeke nêz de dê pergaleke tenduristiyê ya li gorî pîvanên bilind were pêkanîn.”

Ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve, ji hemû aliyan ve ambargoyeke giran li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve tê meşandin. Di encamê de, qada tenduristiyê jî di nav de, hilweşandineke di zemîna esasî ya tevahî qadên jiyanê de çêbû.

Pisporên qada tenduristiyê yên li herêmê diyar kirin ku pergala tenduristiyê ya heyî ya li Sûriyeyê bi giştî û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî di nav de, nikare pêş bikeve an xwe nû bike. Pisporan sedema vê yekê dispêrin hilweşîna binesaziya bingehîn a vê qadê.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ciwan Mistefa diyar kir ku heta niha herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nebûye xwedî pergaleke tenduristiyî ya yekbûyî û pergala ku xebatên nexweşxane û navendên tenduristiyê bi rêve dibe û mafên welatiyan û bijîşkan di aliyê tenduristiyê de mîsoger dike, bi awayekî mezin zerardîti ye.

‘Di aliyê xizmet dayînê de pirsgirêk hene’https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2023/05/28/182535_-.jpg

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji destpêka hatiye damezirandin ve an ku ji sala 2018’an ve, li gorî derfetên xwe hewl dide li gelek herêman projeyên avakirina nexweşxaneyan û navnedên tenduristiyê pêk bîne. Ciwan Mistefa anî ziman ku tevahî xizmetên tenduristiyê yên ku heta niha hatin pêşkeşkirin di çarçoveya destwerdan û dermankirina lezgîn tenê de bû û got, ev xizmet ji bo avakirina pergaleke stratejîk a tenduristiyê ku heta demeke dirêj xizmetê pêşkeş bike, têrê nakê.

Mistefa diyar kir ku li herêmê di gelek beşên tenduristiyê de lawazî hene û got, pêwîstiya herêmê bi pergaleke nû ya tenduristiyê heye ku li gorî rewşa heyî û pêdiviyên welatiyan be.

‘Hewldana avakirina pergaleke nû ya tenduristiyê’

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di civîna xwe ya salane de ku 9’ê çileya 2023’yan li darxistibû, plansaziya xwe ya sala 2023’yan  aşkere kir. Di plansaziyê de behsa projeyên mezin wekî; vekirina navendên xwînê, avakirina kilînkên giştî, avakirina nexweşxaneyan û avakirina pergaleke nû ya tenduristiyê li herêmê hatin kirin.

Mistefa bi bîr xist ku Desteya Tenduristiyê ji bo sala 2023’yan projeyên stratejîk danîne da ku guhertinên mezin di qada tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de pêk bîne û herêm ber bi pergaleke tenduristiyê ve biçe. Mistefa got: ”Li gelek herêman projeyên avakirina nexweşxaneyan dewam dikin, mîna nexweşxaneya Kobanê. Li Dêrazorê  projeya avakirina nexweşxaneyeke giştî bi dawî bûye û nexweşxane hatiye vekirin. Li herêmên din jî amadekariyên projeyan destpê kirine.”

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 15’ê vê gulanê Nexweşxaneya Giştî li bajarokê Kisra yê Dêrazorê vekir. Nexweşxane xizmeta tendursitiyê pêşkeşî zêdetirî 400 hezar welatiyên li gundewarê rojava yê Dêrazorê dike.

Mistefa li ser sedemên derengbûna pêkanîna projeyên din got: “Astengiya heyî kêmbûna derfetan e. Em hewl didin van astengiyan derbas bikin û derbasî pêvajoya pratîkê bibin. Ev pirsgirêk, bi taybetî pirsgirêkên madî dê di demeke kurt de werin çareserkirin da ku proje pêk werin.”

‘Em hewl didin ezmûnên Îtalya û Spanyayê yên tendurustiyê werbigrin’

Ciwan Mistefa bal kişand ser tevgerên dîplomasî yên desteyê û wiha got: “Bêgûman eger qada tenduristiyê  di çarçoveyeke teng de were hiştin di encamê de dê tenduristiyeke lawaz a dûrî pêşketinên cihanî hebe, ji ber vê yekê me tevgereke dîplomasî da destpêkirin, me serdana welatên ku di qada tenduristiyê de li pêş in, wekî Îtalya û Spanyayê kirin da ku sûdê ji ezmûnên wan stratejîk bigirin û pirsgirêk û valahiyên di qada tenduristiyê yên li herêmê de derbas bikin, her wiha da ku em ji pêvajoya destwerdana lezgîn derbasî pêvajoya avakirinê bibin.”

Der barê encamên van serdana de, Mistefa anî ziman ku di aliyê dîplomasî de pêşketinên mezin hene û hevdîtinên girîng bi kadroyên tenduristiyê yên li wan welatan têne kirin. Mistefa destnîşan kir ku di hevdîtinan de  sozên piştgiriya qada tendustiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin dayîn.

‘Em derbasî pêvajoya pratîkê ya vê pergelê dibin’

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ciwan Mistefa destnîşan kir ku pergala tenduristiyê ya ku ji nêzî sal û nîvekê ve li ser wê kar tê kirin, wê li ser erdê li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were pêkanîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pêdiviya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi jinûve avakirina binsaziya tenduristiyê heye. Em jî ji sal û nîvekê dixebitin da ku vê yekê pêk bînin. Niha em derbasî pêvajoya pratîkê ya vê pergelê dibin, hemû bendên pergalê hatine amadekirin û bi fermî hatine erêkirin. Bendên pergalê wê li gorî pêvajoyan werin pêkanîn. Eger pergal bi hemû pêvajoyên xwe li ser erdê werin pêkanîn wê guhertinên bingehîn di qada tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de çêbibin. Ji vê zêdetir tevahî kadroyên me yên tenduristiyê li gorî vê pergalê hatine birêxistinkirin. Ev pergal dê mafên welatî û xebatkarên tenduristiyê mîsoger bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar