Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Li Rojava qadên şoreşê germ bûn

Li rojvayê Kurdistanê  pîrozbahiyên Newrozê bi pêxistina agirê Newrozê ji hêla dayikên şehîdan ve dest pê kirin. Newroza ku bi dirûşma ‘Bi ruhê Newrozê em ê tecrîdê bişikînin û Efrînê rizgar bikin’ tê lidarxistin, bi gerandina govend û dîlanan berdewam dike

Hema hema li seranserî bajarên rojavayê Kurdistanê jî pîrozbahiyên Cejna Newrozê dest pê kirin. Li Rojava Newroza îsal bi dirûşma ‘Bi ruhê Newrozê em ê tecrîdê bişikînin û Efrînê rizgar bikin’ tê pîrozkirin. Bi sedhezaran welatiyên ji hemû pêkhateyên Rojava bi cil û bergên xwe yên folklorîk ber bi qadên Newrozê ve diherikin. Agirê destpêkê yê Newrozê jî ji hêla dayikên şehîdan ve hat pêxistin.

Beriya pîrozbahiyên Newrozê, li hemû bajaran jî Hêzên Asayîşê û Hêzên Parastina Civakî (HPC) ji bo ewlehiya qadên pîrozbahiyê ketibûn nava serferberiyê. Hêzên trafîkê jî rêyên ku diçin qadên Newrozê girtibûn û ewlehiya gel diparast.

QAMIŞLO

Di vê çarçoveyê de li Qamişlo ji saetên sibehê ve bi hezaran welatî herikîn cihê Newrozê ya li gundê Hîmo. Li cihê pîrozbahiyê alên TEV-DEM, YPJ, YPG, HSD û Kongreya Star hatin daliqandin. Agirê Newrozê ji aliyê dayikên şehîdan ve hate pêxistin. Di pîrozbahiyê de endama Koordînasyona Kongreya Star Foza Yûsif û ji rêveberên Kongreya Star Minîca Heyder dê biaxivin. Herî dawî jî dê komên Erka Xweparastinê, Koma Amara û Koma Zîlan dê stran û dîlanên xwe pêşkeşî gel bikin.

DÊRIK

Li Dêrikê jî bi dehhezaran welatiyan berê xwe da qada pîrozbahiyê. Hema hema hemû welatiyan cil û bergên xwe yên gelerî li xwe kirine û bi coşeke mezin tev li pîrozbahiyê bûn. Li cihê pîrozbahiyê al û sembolên kurdî hatine daliqandin. Piştî rêzgirtinê, agirê Newrozê ji aliyê dayikên şehîdan ve hat pêxistin. Bername bi guhdarkirina dengê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan domiya.

AMÛDÊ

Li navçeya Amûdê jî pîrozbahiya Newrozê bi pêxistina agirê Newrozê dest pê kir. Bi hezaran şêniyên navçeyê li gundê Çaxirê Newroza xwe pîroz dikin. Agirê Newrozê ji aliyê dayikên şehîdan ve hat pêxistin. Tê payîn ku dê axaftin werin kirin.

KOBANÊ

Coşa Newrozê li Kobanê jî di asteke bilind de didome. Bi dehhezaran kobaniyan bi cil û bergên xwe yên gelerî berê xwe da qada Newrozê ya li Girê Miştenûrê. Di pîrozbahiyê de pankarta ‘Bi ruhê Newrozê em ê tecrîdê bişikînin û Efrînê rizgar bikin’ hate vekirin. Tê payîn ku hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebid Hamid Mehbaş û bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê, bi navê jinên herêma Firatê û bi navê hêzên leşkerî jî axaftin bên kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar