Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Li rojavayê Kurdistanê 100 ciwan tev li seferberiya giştî bûn

Komaleyên Ciwan piştî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk a dagirker ên li ser Zap, Avaşîn û Metîna, seferberiya giştî ragihand. Tevlibûna ciwana a seferberiyê her diçe zêde dibe

Navenda Nûçeyan

Komaleyên Ciwan piştî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk a dagirker ên li ser Zap, Avaşîn û Metîna, seferberiya giştî ragihand. Li ser banga seferberiyê ya Tevgera Ciwanan, ji gelek qadan ciwan û jinên ciwan bi dirûşma ‘Bi ciwanên bûne baz, eer bi serkeftina Zagrosan ve’ daketin qadan.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ciwan û jinên ciwan ji roja banga seferberiyê li qadan in. Meşa 3 rojan a ku ji Qamişlo ber bi Dêrîkê ve dest pê kir duh bi dawî bû. Piştî meşê daxuyanî hat dayîn.Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku dê ciwan û jinên ciwan li kêleka gerîla şer bikin. Her wiha 100 ciwan ragihandin ku ew ê tev li seferberiyê bibin û li kêleka gerîla şer bikin.

Daxuyaniya ciwanan wiha ye:

“Gel û ciwanên welatparêz ên Kurdistanê re

Weke ku tê zanîn, dewleta tirk a mêtînger, faşîst û dagirker bi destûra DYE’ê di 23’yê nîsanê de bi êrîşeke nû ya dagirkirinê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê operasyonek da destpêkirin. Hemû gel û ciwanên Kurdistanê baş dizanin ku dewleta tirk bêyî erêkirina DYE’ê nikare êrîşên dagirkeriyê pêk bîne. Dîsa, dewleta tirk dixwaze ku van hevkarên xayîn bi xwe re bîne û êrîşên dagirkirinê meşrû bike. Armanca dewleta tirk ne tenê tasfiyekirina gerîla ye di heman demê de dagirkirina başûrê Kurdistanê ye jî. Ji 23’yê nîsanê û vir ve, dewleta tirk bi karanîna hemû çekên nûjen ên sedsala 21’emîn ku gelek hêzên navneteweyî li pişta wê ne, hewl dide ku li herêmên gerîla serdestiya xwe bide avakirin. Lê belê, li gel her cûre teknîkê, li dijî îradeya gerîla şikestinek mezin dijîn. Em dizanin ku vîna gerîla ya ji polayê hêza xwe ji gelê kurd ku di oxira wê de ruhê xwe feda dike, digire. Gerîla hêza xweparastina herî rewa ya gelê kurd e.

Gerîla mîsogeriya hemû destkeftiyên gelê kurd e. Gerîlayê ku hêza xwe ji gelê xwe girt, li eniya şer li her devera ku êrişek qirkirinê lê heye di asta herî pêş de li wir gelê xwe diparêze. Bêyî ku bikeve dûduliyê ji cepheyekî diçe cepheyeke din. Ji Kobanê heta Şengalê, ji Kerkukê heta Mexmûrê li her cihê şer kir û rê neda dagirkeriyê. Em wekî ciwanên Rojava diyar dikin ku em hêza gerîla ne. Gerîla tenê kesên ku şer dikin nînin, di heman demê de xwîşk û birayên me ne. Ji ber vê yekê, em ji tevahî gelê Kurdistanê re radigihînin ku em li rex gerîla ne û em amade ne ku li rex gerîla şerê li dijî dagirkeran bikin. Li ser vê bingehê, em careke din bang li tevahî gelê xwe yê bi baldar û welatparêz dikin û îro em diyar dikin ku sekna li rex gerîla tê wateya li rex helwesta rûmet û jiyana azad.

Divê ciwanên kurd li her parçeyî jî seferber bibin da ku li rex gerîla bisekinin. Ji ber ku em baş dizanin ku ger gerîlla û ciwan bibin yek, tu hêzek dagirker a kolonyalîst newêre welatê me dagir bike. Ji ber vê em careke din diyar dikin ku em ê li rex gerîlla şerê rûmetê yê ku li Avaşîn, Zap û Metînayê tê meşandin cihên xwe bigirin û ciwanên bûnê baz ber bi serkeftina zagrosan de emê serkeftînê ji bo gelê xwe misoger bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar