Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Salı - 1 Ekim 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Li rojavayê Kurdistanê, êrîşên dagirkeriyê

Yê ku rastiya dewleta tirk a qirker bi zelalî radixe ber çavan dîsa dewleta tirk bi xwe ye. Heke mirov ji wî alî ve lê mêze bike dema ku marîfetên xwe vedibêje, dikeve rewşa dizekî ku sûcên xwe vedibêje. Ev yek hem bi zelalî di daxuyaniyên rayedarên dewleta dagirker de hem jî di weşanên medyaya wê ya alîgir de aşkera û zelal derdikeve holê. Dema mirov bala xwe bide siyaseta dewleta dagirker û qirker a li dijî rojavayê Kurdistanê ew yek bêtir aşkera xuya dike û bêtir tê fêmkirin.

Berê dewleta tirk a dagirker gotibû ‘rojavayê Firatê xeta min a sor e’ û piştî wê tevgereke leşkerî ya dagirkeriyê li wir pêk anî ji Cerablusê heta Efrînê êrîşên xwe yên dagirkeriyê li dijî rojavayê Kurdistanê pêk anîn. Piştî wê jî berê xwe da Serêkaniyê û Girê Spî ji wir jî bi heman rengî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Til Temir û Eyn Îsayê berdewam dike. Bi wan êrîşên dagirkeriyê re jî medyaya tirk bi nûçe û programên cuda van êrîşên dagirkeriyê wekî ku tiştekî pîroz û gelekî baş dike, dide nîşandan.

Dewleta qirker li deverên ku dagir kiriye wan deveran bi ala xwe dixemlîne, bi demografiya wan herêman dilîze, pereyên tirk li wan deran fermî dike, mufredatên xwendinê li gorî wezareta perwerdeyê ya tirk ferz dikin û qaşo mamosteyên ku wan hînî perwerdeyê dikin lê di rastiya xwe de wan hînî tirkbûnê dikin, posta û telefon bi rêya PTT a tirk tê birêvebirin û bankayên girêdayî dewleta tirk dixin nav fealiyetê. Qaymeqamên deveran ji alî waliyên Riha û Dîlokê ve tên destnîşankirin. Hemû ev binpêkirin û pêkanînên wan ên dijî mirovî yên li ber çavê hemû cîhanê tên kirin, wekî ku tiştên baş û rewa dikin tên pêşkêşkirin.

Tiştê her balkêş û berbiçav ew e ku van êrîşên dagirkeriyê li rojavayê Kurdistanê di serî Neteweyên Yekbûyî, li pêşberî çavên hemû saziyên navneteweyî pêk tîne. Di demekê de ku ev sazî û dezgehên navnetewî di sedsala bîstan de hatine damezrandin da ku di şer û pevçûnan de û pirsgirêkên siyasî ku li cîhanê tên jiyîn çareseriyan peyda bikin, çavdêriya binpêkirinên mafê mirovan bikin û wan asteng bikin, dewlet û hikûmet hiqûqa navnetewî binpê nekin û parastina civakên ji çand û baweriyên cuda bikin. Mixabin ku peywîra wan a sereke ev e lê ev binpêkirin û dagirkeriya hovane li pêşberî çavên van sazî û dezgehên navnetewî pêk tên.

Lewre jî divê ez sazî û dezgehên navdewletî li dijî kiryarên dewleta tirk û dagirkeriya wê ya ji rojavayê Kurdistanê re dengê xwe yê nerazîbûnê bilind bikin û bi peywîra xwe ya mirovî rabin.

Lê mixabin tevî van rastiyên berbiçav ew sazî û dezgeh bi peywîra xwe ranabin û li hemberî êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê bêdeng dimînin û bi wê yekê piştgiriyê didin dewleta tirk di van êrîşên hovane de.

Dewleta tirk di dagirkeriya Efrînê de rastiya hovîtiya xwe bi zelalî derxiste holê. Bala xwe bidinê piştî dagirkeriya Efrînê welatên Yekitiya Ewropayê pêşiya dayîna fonan ji dewleta tirk re vekir û hejmareke gelekî bilind a pereyan ji dewleta tirk re veguhestin. Wekî ku ji wan re bêjin we ew karê xwe bir serî ji we re van pereyan, karê xwe berdewam bike. Her wiha di mijara dagirkeriya rojavayê Firatê de jî nêzîkayeke wiha tê xuyakirin.

Helwesta hevbeş a Amerîka û Rûsyayê jî rê da dewleta tirk ku êrîşên xwe yên dagirkeriyê li dijî rojhilatê Firatê jî pêk bîne û vê helwesta pêşiya nerazîbûna Neteweyên Yekbûyî jî girt. Rûsya û DYA’yê bi peymanên cuda bi dewleta tirk re rê dan ku Rojava were dagirkirin û ev yek wekî tiştekî rewa hate dîtin her wiha bi vê yekê pêşî li nerazîbûnên li dijî vê dagirkeriyê girtin.

Êdî êrîşên qirker û dagirkerî ên hovane li ser rojavayê Kurdistanê gihane asteke wiha berbiçav ku aşkera rastiya van êrîşên hovane dide nîşandan. Tevî vê rastiyê jî, wekî ku dewlet û saziyên navnetewî yên peywendîdar li dijî dagirkeriya dewleta tirk xwedî helwestin û dê tiştekî li dijî wê bikin. Heta xwestin her kesî bixin bin bandora vê yekê û wan di nava bendewariyekê de bihêlin. Lê divê her kes bizanibe ku ew yek xapandine û li wê gorî helwesta xwe bi pêş bixe. Her wiha berxwedan û têkoşîna ku gelên Rojava û bakurê Sûriyeyê bi pêş xistiye rê û rêbazê li hemberderketina vê û rêya nîşandana helwesta rast dide xuyakirin.

Îro, tevî hemû propagandayên reş ên xapandinê, li Rojava û bakurê Sûriyeyê berxwedaneke rewa tê kirin. Kesên xwedî nasname û çand û baweriyên cuda ên niştecihên vê herêmê ên rasteqîn vê berxwedanê birêve dibin. Her wiha di qada navnetewî de, hêzên şoreşger, demokrat, azadîxwaz û şoreşger li kêleka vê bexwedanê cihê xwe digirin.

Ya rast jî, rêya têkbirina dewleta tirk a dagirker jî bi naskirina vê rastiyê û li gorî wê rastiyê tevgerandin pêkan e.  Divê were zanîn ku têkoşîn û berxwedaneke rewa ya gelên Rojava û bakurê Sûriyeyê ya mafdar heye û rêya berxwedanê ya rast ew e.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar