PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Li Rojhilat du kurd ji aliyên nijadperestên azerî û rejîmê ve hatin qetilkirin

Li bajarê Neqede ya rojhilatê Kurdistanê di encama êrîşeke nijadperestî ya azeriyan û hêzên rejîmê de du kurd hatin qetilkirin. Li herêmê alozî berdewam dike

Navenda Nûçeyan |

Li bajarê Neqede ya rojhilatê Kurdistanê  îro di saet 10.00’ê berê nîvro de, kesek ku têgotin azeriye û navê wî Yunis Qadiriye, êrîşî çend welatiyên kurd kir û di encama êrîşê de kurdek bi navê Wirya Îbrahîmî tê qetilkirin.

Piştre kujer ji aliyê polîsên Îranê ve tê binçavkirin. Welatiyên kurd piştî ev êrîşa nijadperestî diherikin ber navenda polîsan lê polîs kujer ji wir direvînin. Piştî vê azerî dadikevin qadê û bi dirûşmên nijadperestî yên wekî, ‘Bu torpaxtan pay olmaz, Soldoz Kurdistan olmaz’ ku tê wateya ‘hûn nabin beşek ji vê axê û Soldoz nabe Kurdistan’ gotin. Li ser zêdebûna aloziyan hêzên rejîmê ji bajarên derdor jî ji bo mûdaxeleyê hêz şandin Neqede û di xwepêşandanê de kurdek bi navê Mihemed hat qetilkirin.

Li gorî welatiyan, hêzên rejîmê destwerdan li kesên nijadperest nekiriye û êrîşî kurdan kiriye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar