Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cuma - 13 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li Rojhilata Navîn şer germ dibe

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Dijberî û êrîşên li hember hev ên Îsrailê û Îranê, her diçe zêdetir dibin.

Ev nîşan dide ku li gel navenda yekê ya şer a Ukraynayê, navenda mezin a despêka şerê cîhanê 3’yan, bi şerê navbera Îsraiîê û Îranê re navenda mezin a duda ya şerê cîhanê 3’yan despê kiriye.

Van êrîşên giran ên van rojên dawî diyar dike ku qonaxa dudan a şerê cîhanî 3yan wê mezintir û berfirehtir bibe, her wiha li ber çava ye ku Kurdistan yekser dikeve navenda vî şerî.

Hema du rojan li pey hev di 30’ tîrmeha 2024’an de rêveberê Hizbullaha Libnanê Fuad Elî Şukrî li paytext Bêrûde di encama êrîşekê de hat kuştin, di 31’ê tîrmehê 2024’an de rêveberê Hemasê Ismaîl Heniyyî jî li paytextê Îranê Tehranê di encama êrîşekê de hat kuştin.

Hema hema di daxuyaniyên her aliyan de tê dîtin ku ev êrîş ji aliyê dewleta Îsrail ve hatiye kirin.

Jixwe dema ku Netanyahu li Washingtonê bû ev êrîş pêkhatin û him di gotinên wî de him di gotinên fermandarên wî yê leşkerî de aşkere gefên kuştina rêveberên Hemasê hebûn.

Îca weke gelek caran dubare dibe; ev şerê wekaletê, êdî gav bi gav vediguheze qonaxa şerê yekser ên dewletên yekser bi hegemonên cîhanê re pabendin.

Hema li vira jî diyar e, êdî şer derbasî şerê navbera Îsraîlê û Îranê dibe.

Her wiha piraniya şîroveyan jî bi vê şêwazê ne û dibêjin gav bi gav şer û pevçûn wê derbasî nava hegemonên cîhanî yên sereke bibe; wate eniya DYA-NATO û eniya Rûsya-Çîn û hwd.

Bêguman van dewletên hegemon, dev ji dewlet û hêzên bi wan ve girêdayî ne, uernadin û wê dîsa heta dawiyê wan bide şixulandın û çi hunerên wan ên malxerabî mabin wê wan dîsa bidin xebitandin.

Weke mînak, wê van dewlet û hêzên weke noner û xulamên xwe bi kar dianîn dewleta tirk, Îran, Îsraîl, Iraqê, dewletên erebî, Ukrayna, Hemas, Hizbullah, Barzaniyan û hwd. dîsa bikar bînin.

Hema yek mînak; Receb Erdogan, şandeyek payebilind a ji 4 wezîran û serokê MÎT’êê pêktên, rêkir welatê Nîjerê.

Weke tê zanîn, berî salekê derbeya leşkerî li wî welatê çêbûbû û balyozê Fransa û baregeha leşkerî ya DYA’yê ji wir reviya bûn.

Şûna wan Rûsya û Çînê hêzên xwe li wir xurtir kiribûn.

Her çendîn dibêjin, “em ji bo dostayê û bazirganiyê(bi taybetî ji bo bidestxistina ûranyûmê) çûne” jî, lê gûman xurt heye ku DYA’yê û NATO’yê ew ji bo dijberiya Rûsya û Çînê şandine wira.

Hema çend rojan berî van êrîşên dawiyê Hulusi Akar ê wezîrê bergiriyê kevn ê tirk dibêjî “şerê cîhanê yê 3’yan despê kiriye û me dest bi amadekariyên xwe kiri ye ”!

Ev daxwiyanî parelelî gotina Trump pêkhat, Trump gotibû, “eger ez nebim serok, şerê cihanê 3’yan nêz dibe”!

Mijara ku ‘dewleta tirk û Barzaniyan, ji bo êrîşê bibin ser Îranê amade dikin’, bi van êrîşên dawî re yên li dijî Îranê, ev gûman û pêşbînî xurtir dibin.

Weke ku li serê gotarê hat gotin, êdî Kurdistan yekser dibe navendek pêş û giring a vî şerê cîhanê yê 3’yan.

Mîna pir caran hat gotin em dîsa bêjin; her çendîn xeter zêde dibin, li gel van xetaran derfet jî zêdetir dibin, jiber ku her çendîn doza Kurdistanê hewcedarî bi hevkariya navneteweyî hebe, her wiha hewcedariya hêzên navneteweyî jî bi hevkariya Tevgera Azadiya Gelê Kurdistanê heye.

Hêz çendîn mezin bin, hewcedariyên wan jî li goreyî giraniya wan dibin.

Lewma divê kes dilê xwe bi xwe ne sojîne, ji ber ku ew zirhêzên cîhanî, çendîn xwedî derfetên gewre bin jî, ewqas hewcedarên hevkariyê ne jî û li vê herêmê hêza herî bi rêxistin û politîk a gelê Kurdistanê ye, ev jî tê wateya ku ew ji me bêhtir hewcedarî me ne, lê bi tinê dîsa jî hewcedarî bi xurtirkirina hostayî û rêxistinî heye.

3’yê tîrmeha 2024’an salvegera 10’an a fermana 74’an a gelê me yê êzidî ye, her wiha bi vê hişmendî û bîreweriyê tola vê fermanê jî wê were hildan.

Nûçeyên Têkildar