Di bin pirsgirêkên bingehîn ên aktuel ên Rojhilata Navîn de hûnandina dewletên netewe heye û pirsgirêka kurd jî bi awayekî bingehîn ji ber vê hûnandinê ye. Di Şerê Cîhanê Yê Yekemîn de nexşeya siyasî ya Rojhilata Navîn bi awayekî hat hûnandin ku pirsgirêk bi kêmanî sedsalekî dewam bikin hat xêzkirin. Ji bo Ewrûpayê Peymana Versaillesê çi be, li Rojhilata Navîn jî Peymana Sykes-Picot ew e. Peymana Versailles a bi rola ‘Aştiya Dawî Li Aştiyê Anî’ rabû rê li ber Şerê Cîhanê Yê Duyemîn vekir. Peymana Sykes-Picot jî bi heman rolê rabû. Li şûna aştiya Osmanî, Rojhilata Navîn ber bi pêxîrtengiyeke şidandî û asêmayînê ve bir. Di dawiya şer de bi tevahî dewletên netewe yên derketin holê, bûn organîzasyonên welê ku li hundir li dijî gelên xwe, li derve jî li dijî hevdu şer kirin. Maneya tesfiyekirina civaka ji rêûresmê şerê li dijî gelan bû. Maneya nexşeyên bi cedwelan hatibûn xêzkirin jî ew e, bi van nexşeyan bang li dewletên qelp dikin ji bo li dijî hev şer bikin.Bi tenê hûnandina Îsraîlê bi halê xwe yê heyî ji şerê sedsalî bihurî ye. Hê jî pêşbîniya wê nayê kirin ku wê hê çiqasî rê li ber şerên mezin veke. Libnana piçûk timî di nava şer de ye. Sûrî timî di nava rewşa awarte de ye, û bi Îsraîlê re şer dike. Jixwe dewleta Iraqê ji roja avabûna xwe di nava şerê hundir û derve de bû. Di vî warî de rewşeke cuda ya Îranê tineye. Mentiqê di avabûna tevahiya dewletên netewe yên li Rojhilata Navîn de pirsgirêkên heyî yên civakî çareser nake, pirsgirêkan bêhtir zêde dike û ev dihêle dewletên netewe timî di rewşa rejîmên şerên hundir û derve de bimînin. Sedema bingehîn a vê yekê jî ew e, Îsraîl weke kakilê hêzên hegemonîk hatiye avakirin. Mirov heta Îsraîlê weke kakilê hegemonîk fêhm neke, mirov nikare fêhm bike tewazun an jî bêtewazuniya dewletên netewe li Rojhilata Navîn çawa hatiye hûnandin û avakirin. Bi awayekî herî eşkere hêmana vê îspat bike, pirsgirêka kurd û parçebûna Kurdistanê ye.
Peymana Sykes-Picot (parvekirina Rojhilata Navîn di navbera Franse û Ingilistanê de) di heman demê de bingehê Peymana Sevrê ye. Peymana Sevrê parçekirina Anatolyayê û Mezopotamya Jor plan dike. Weke ku tê îddîakirin, Şerê Rizgariya Neteweyî bi temamî Sevr ji holê ranekiriye; hinekî bêtesîr kiriye. Peyman bi giranî hat bi cihanîn. Komara mînîmal di çarçoveya Sevrê de hatiye qebûlkirin. Dîsa hiştina Mûsil-Kerkûkê ji Ingilîzan re encama Sevrê ye. Ango di dema modern a Kurdistanê de duyemîn parçebûna girîng (parçebûna yekemîn beriya destpêka dema modern bi Peymana Qesr-î Şîrîn 1639’an e) sedema sereke ya pirsgirêka kurd e. Du dewletên netewe yên mînîmal ên li Iraq û Anatolyayê hatin avakirin, tên wê maneyê ku du çalakiyên şer in, gewde û bedenê kurd û Kurdistanê parçe kirine. Eger mirov bi vî awayî li dewleta netewe serwext nebe, mirov ne kare parçebûna Kurdistanê û ne jî kare evqasî dirêjajotin û bêçareserîhiştina pirsgirêka kurd fêhm bike. Ji 1920’an ve, yanî ji roja ku hîmê dewleta Iraqê hat danîn û heta roja me ya îro, rejîma li ser Kurdan meşand bi tenê şerê nod salî bû. Ji bûyerên roja me ya îro diqewimin bi hêsanî mirov dikare fêhm bike ku ev dewlet rejîmeke şer a li dijî civaka xwe jî bû. Eger em bi tenê di çarçoveya kurdan de jî binêrin, dewleta netewe ya Tirkê Spî rejîmeke şerê taybet a heştêûpênc salan a gihişt heta bi qirkirinê meşand û ev êdî rastiyek e ku her kes lê mikur tê. Pevçûnên navxweyî yên rejîmê heta roja me ya îro ti carî kêm nebûne.
Pirsgirêkên kurdan pirsgirêkên xweber derketine holê nînin, bi plan hatine çêkirin; Rojhilata Navîn bi pirsgirêkan xeniqandine û ev yek weke beşekî girîng ê ji bo rêvebirina wê bi plan û dewamî kirine. Hêzên hegemonîk ên modernîteya kapîtalîst bi qasî dused sal in ku kurd berê bi Împaratoriya Osmanî û Îranê, piştî Şerê Cîhanê Yê Yekemîn jî bi dewletên netewe yên Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê dan elixandin û divê mirov sedemên vê baş ji hev derxe. Di vê de ne bi tenê armancek gelek armanc hene. Armanca yekemîn ew e, kurdan bi gelên ereb, tirk û Îranê yên tevahiya dîrokê bi hev re jiyane û di navbera wan de kêm zêde statuyeke rewa heye, berde hevdu, nakokiyên navbera wan kûr bike, statuya heyî xira bike, wan dahf bide nava tevlîheviyê û wan bixe rewşekê ku timî bi hev re di nava şer de bimînin. Armanca duyemîn ew e, bi tesfiyekirina kurdan ji dewletên netewe yên ermenî, suryanî û cihû re ku plan dikirin, welatên berfireh amade bikin.
Bi vî awayî jî wê hem sê dewletên netewe yên bi rola tampon û xeleka navber rabûna û mutleq bi wan ve girêdayî pêk bianiyana hem jî wê kurd bi cîranên wan ên Misilman, Xiristiyan û Cihû re dewamî di nava şer û pirsgirêkan de bihiştana û bi awayekî wê Rojhilata Navîn a kakil hewcedarî xwe bikirana. Bêguman wê ev hêzên hegemon ên modernîteya kapîtalîst kurdên welatê wan hatiye parçekirin û bi kirinên gihiştine qirkirinê re rûbirû bûne ji bîr nekin û wê texsîr nekin car caran xwe weke meleka xelaskar nîşanî wan bidin. Em dema li bûyerên heta roja me ya îro dinêrin, em bi hêsanî dikarin bibêjin, ev peymanên ‘aştiya dawî li aştiyê tîne’ beşekî mezin ji wan bi cih hatine anîn. Em bûyerên li Kurdistana Iraqê dikarin weke argumanên delîl in, ji bo van fikrên xwe nîşan bidin. Giregir û serokên Kurdan ên destpêkê ji Kurdên li Kurdistana Iraqa îro pêşengî kirin pêşî bi Osmaniyan, paşê bi rêveberiya Iraqê dan pelixandin. Ingilistanê bi xwe di vê de hêz bi kar anî.
Ereb û kurd timî di nava şer de girt û bi vî awayî herdu alî jî bi xwe ve girêda. Di vê navberê de bi soza welatekî serbixwe Suryanî bi begtiyên kurdan, bi Bedirxan Beg, Bedirxan Beg jî bi Osmaniyan da pelixandin (salên 1840) û bi vî awayî hemû bi xwe ve girêdan. Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn, Îsraîl weke hêza kakil a hegemonîk ket dewreyê. Îsraîlê berê cihûyên kurd ên li Iraqê ji xwe re kir esas, lê berî damezrandina dewleta Îsraîlê, bi burokratên Tirk ên li Anatolyayê re xwe sipart cihûyên tirk ên Sabetayî ku ji wan re ‘çerxkirî’ dihat gotin dewleteke netewe ya Tirkê Spî (dîktatoriya CHP’ê) weke Pro-Îsraîlê ava kir û weke vê, pêkhatiyeke stratejîk a duyemîn xwe sipartî kurdan (bi awayekî bingehîn PDK) plan kir û xwest pêk bîne. Bêguman em nikarin pêkhateya siyasî ya Kurdan bi tenê bi hesabên hegemonîk ên derve girê bidin. Li vir xusûsa em dixwazin diyar bikin ew e, tewazuna dewletên netewe li Rojhilata Navîn ji aliyê hêzên hegemonîk ên modernîteyê ve tê pîlankirin û bi cihanîn. Weke ku tê îddîakirin, îradeya diyarker hêzên tebeqeya jor ên li hundir nînin. Jixwe gotina pêşengiya bûrjûwaziya mîllî bi temamî gotineke tewş û pûç e. Hinek hêmanên bûrjûwaya radîkal û bûrjûwaya piçûk bi rola pêşengiyê radibin û ev jî nayê wê maneyê ew hêza diyarker a sîstemê ne. Mînak lîderên mîna M. Kemal, Cemal Ebdulnasir û Saddam Huseyîn ên derketine holê îspat nake ku ew sîstema dewleta netewe diyar dikin. Hemin ji sîstemê tê ku rola van kesayetan di avakirina dewleta netewe de berevajî û berepaşkî bike. Berepaşkî kiriye jî. Heta rola kesên mîna Lenîn û Stalîn ên xwestin sîstema dewleta netewe ya Rûsyayê sipartî sosyalîzmê ava bikin, tevî ku heftê sal di ser re derbasbûye jî jê tê vê rola wan berepaşkî bike. Mirov heman xusûsan dikare ji bo Çîna Mao jî diyar bike. Li vir xusûsa bi girîngî em dixwazin bînin ziman ew e, mirov heta ji her aliyî ve ji paradîgmaya modernîteya kapîtalîst nebihure, wê hêza bingehîn a diyarker her modernîte û hêzên hegemon bin. Bi derengî be jî mirov hûnandin û avakirina kakila dewleta netewe ya kurd bi tenê dikare di çarçoveya modernîteya kapîtalîst de rast fêhm bike. Nexasim kakila dewleta netewe ya kurd û Kurdistan di nava hesabên hegemonîk ên Îsraîlê li herêmê de bi roleke gelekî girîng radibe.
Çawa ku dewleta netewe ya tirk li Anatolyayê di derketina holê ya Îsraîlê de bi rola pêşeng (ProÎsraîl) rabûye, dewleta netewe ya kurd jî di warê hesabên hegemonîk ên Îsraîlê li ser Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê de bi roleke gelekî girîng radibe. Hêzên Îsraîl damezrandin hê ji salên 1945’an ve destek dan avakirina PDK’ê û ji salên 1960’î ve di ser Tirkiyeyê re bi awayekî berbiçav destek danê, ev jî bi hesabên stratejîk û hegemonîk ên li herêmê girêdayî ye. Ji salên 1990’î ve Kurdên bi Gladîo re ketin nav hev û li ser bingehê tesfiyekirina PKK’ê Dewleta Federe ya kurd pêkanîn li derveyî van hesabên hegemonîk stratejîk nînin. Jixwe bi awayekî yekgirtî bi ser PKK’ê de hatin û ev jî vê rastiyê gelekî baş rave dike. Di salên 2000’î de yek ji armancên herî girîng a pêngava Duyemîn Şerê Kendavê bi awayekî mayînde li Iraqê avakirina kakilê dewleta netewe ya Kurd bû.
Hêzên biryara vê dan û pêkanîn, heman hêz in ku di sedsala dawî de Kurdistan parçe kirin û timî di nava sînorên tevkujiyê de hiştin. Hesabên sîstemê pêdiviya xwe bi çi hebin an jî çi ferz bikin ew têne kirin. Di roja me ya îro de, kakilê dewleta netewe ya Kurd ji bo sîstema kapîtalîst bi kêmanî bi qasî Îsraîlê hêmanek e ku hewcedarî pê heye; di nava tewazuna hêzan û dewletên netewe de xwedî roleke stratejîk e ku heta dawiyê dest jê nabe. Bi giştî ji bo ewlekariya sîstemê û pêdiviya bi petrolê, bi taybetî jî ji bo ewlekariya Îsraîlê û hegemonya wê, dest ji kakila dewleta netewe ya kurd bernadin, ji bo bi hêzkirina wê çi hewce bike, hewl didin bikin. Bi vî awayî xelekeke girîng a di salên 1920’î de hatibû plankirin li sîstemê tê zêdekirin. Ji bo destpêka sîstemê girîngiya dewleta netewe ya Tirkê Spî çi be, ji bo temamkirina wê jî girîngiya dewleta netewe ya Kurdê Spî ew e.
Di vê mijarê de ji bo ez pêşî li şaşfêhmkirinekê bigirim hinek xusûs hene divê bi girîngî bînim ziman. Ji ber ku dewletên netewe bi mentiqê sîstemê hatine avakirin, divê mirov ji aliyê gelan ve negihîje wê encamê ku ne girîng in an ji sedî sed dijmin in. Berovajî divê mirov dewletên netewe weke saziyên gelekî girîng bibîne, nakokî û têkiliyên wan bi bernameya civaka demokratîk re bi rêkûpêk bike. Bernameyên civaka demokratîk armanca wan ew nîne ku dewletên netewe hilweşînin û li şûna wan ew bibin dewlet. Ji dewletên netewe dipên ku di çarçoveya lihevkirina destûra bingehîn de ji projeyên civaka demokratîk re bi rêz bin. Ji bo jiyaneke hevpar a di nava aştiyê de şertê pêşî ew e, divê projeyên civaka demokratîk û pêkanîn wan weke mafekî bingehîn ê destûra bingehîn were qebûlkirin. Ew ê hebûnên hevdu nas bikin û bixwazin ku ev weke hukmekî destûra bingehîn bê qebûlkirin.
Eşkere ye ku kurd û Kurdistanê li Rojhilata Navîn a salên 2000’î hem di tewazuna dewleta netewe û hem jî di tewazuna civaka demokratîk de weke realîteyeke bi tesîr û dînamîk cihê xwe girtine. Hevgirtina dij-kurd a Komara Tirkiyeyê pêşengiya wê dike û bi Îran û Sûriye re xwe lê rakişandiye zêde şensê xwe yê serketinê tuneye. Ji ber ku bi hesabên sîstema kapîtalîst re li hev nake. Di bingehê hewldaneke bi vî rengî ya hevgirtinê de hevkartiyeke bê kurd û bê Kurdistan bi sîstemê re heye. Lê nexasim êdî pêkan nîne ku Îsraîl û DYA nêzîkatiyeke bi vî rengî qebûl bikin.
Ev hevkartiya emperyalîzmê ya bê kurd û bê Kurdistan a di navbera salên 1920-2000’î de hat meşandin êdî polîtîkayeke bê meşandin nîne. Jixwe dewleta netewe ya kurd bi hevgirtina Iraqê hat avakirin û di demeke nêz de îhtîmaleke xurt e ku ji aliyê Îran, Sûrî û Tirkiyê ve bê naskirin. Lê zehmetî ew e, di berdêla vê naskirinê de tesfiyekirina PKK û KCK’ê tê ferzkirin. Ev jî daxwazeke pûç e. Êdî çarenûsa kurd û Kurdistanê hem rastiya civaka demokratîk a KCK’ê, hem jî rastiya dewleta netewe ya hevgirtina bûrjûwa kurd di zikhev de û li ser bingehê lihevkirineke diyar a qanûnî, hewl bidin diyar bikin. Di dîroka modern a Rojhilata Navîn de cara pêşî ye ku erka civaka demokratîk û erka dewleta netewe bi hev re rol digirin. Nexasim li Iraq, Afganistan û Îsraîl Filistînê û heta li Tirkiyeyê şerên diqewimin û xetimîna rê li ber vedikin, ji bo kurdan di wan de dersên girîng hene. Ji bo nebin xwedî rabihuriya xwînrij a dewletên netewe ku xwedî sînorên hişk bûn, wê sîstemeke dualî bikin bingehê xwe ango sîstemeke xwe disipêre KCK’ê ya pala xwe dide modernîteya demokratîk û xwe disipêre dewleta netewe ya kurd a Iraqê ya pala xwe dide modernîteya kapîtalîst. Li ser vê sîstema dualî wê li hev bikin. Bi vî awayî wê ji dewletdariya netewe ya sosyalîzma pêkhatî jî dersê bê girtin. Kurd û Kurdistanê ne bibin Îsraîla duyemîn, ne jî wê bibin weke dewletên din ên netewe. Ew ê bibe mekan û hêzên pêşeng ên sentezeke nê ya modernîteyê ku ji tevahiya pirsgirêkên bingehîn ên hemû di navê de dixeniqin bihuriye.