Navenda Nûçeyan
Li gorî Tevna Mafên Mirovan a Kurdistanê, rojên yekşem û duşemê li Rojhilatê Kurdistanê 11 xwendekarên zanîngehê û xebatkarên civakê hatin binçavkirin.
Hat ragihandin ku ev kes li bajarên Kerec, Mahabad, Rebet û Merîwanê hatine binçavkirin.
Li gorî heman çavkaniyê, navê kesên hatine binçavkirin wiha ne:
“Ferzad Silêman, Suheyb Badruc, Şepol Xizrî, Derya Talebanî, Selar Rehuî, Sîrwan Nurî, Efşîn Mam Ehmedî, Behman Yusif Zade, Ferhad Musapur, Ferîdun Musapur û Dana Semedî.”
Sedema binçavkirina wan nehat hînbûn, her wiha nayê zanîn ku 11 kes bi ku ve birine.