Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li rojhilatê Kurdistanê terora binçavkirinê

Saziya Ewlekariyê ya Îranê bê ser û ber li ser gel terora binçavkirinê dimeşîne û gelek kurdên rojhilatê Kurdistanê hatin binçavkirin. Hejmara jîngehparêzên ku hatine binçavkirin bû 14

Li gorê daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a rojhilatê Kurdistanê di 16’ê çileya 2019’an de 2 jingehparêzên bajarê Sine ji aliyê Saziya Ewlekariyê ya Îranê ve hatin girtin û ew birin cihekî ne diyar.

Jîngeparêzên bi navê Awat Keremî û Idrîs Mihemed ku xelkê gundê Niglî yê ser bi Merîwanê ve û Endamê ‘Meclisa Şînatiya Çiya’ bûn. Li gorî nûçeya Rojnewsê kesên ku ji aliyê Saziya Ewlekariyê ya Îranê ve hatin girtin û ew birine cihekî ne diyar.

Malbatên jîngeparêzan gelek car serlêdan kirin, lê nezanîn zarokên wan li ku derê tên ragirtin.

Her wiha Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê di raporeke xwe de, aşkera kir ku di nav hefteyekê de li bajarên Sine, Kamêran û Bane yên Rojhilatê Kurdistanê 12 aktîvîstên siyasî û jîngehparêz bi sedemên nayên zanîn hatine binçavkirin û ew birine Girtîgeha Îdarî ya Îtlaeta Îranê ya li bajarê Sine.

Li gorî raporê navê kesên hatine binçavkirin ev in; Armanc Qurbanî, Bextiyar Kemanger, Mehdî Kanî Sorî, Jîngehparêz Barzan Babekirî, Cîgirê berê yê Şaxê Hizba Yekitiya Neteweyî ya Kurdistanê Zanyar Zemîran, Endanê Hizba Yekîtiya Neteweyî Ferhad Mihemed, Fazil Qeytasî, Reza Esedî, Hadî Kemalger, Raşid Muntezirî, Îsa Feyzî û endamê Hizba Yekitiya Neteweyî Hisên Kemanger.

Hêjayî gotinê ye ku ji havîna 2018’an ve li Rojhilatê Kurdistanê gelek çalakvanên jîngeparêz hatine binçavkirin û girtin. Her wiha bi awayekî bi guman di şewata daristana derdora Merîwanê de 4 jîngeparêzan jiyana xwe ji dest dabû.

Her wiha gelek cara jîngeparêzên Rojhilatê Kurdistan ragihandibûn ku endamê hêzên pasdaran û hêzên ewlekariyê yên Îranê bi zanebûn agir bi daristanên rojhilatê Kurdistan dixin. SINE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar