Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Çarşamba - 17 Temmuz 2024

Li Rojnameger Kurşun dozek nû hat vekirin

Derheqê xebatkarê rojnameya Azadiya Welat Çetîn Kurşun de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” dozeke nû hate vekirin. Kurşun, di danişîna dozê de sûcên lê dihatin kirin red kir û şandeya dadgehê jî biryar da ku her du dozên wî di dosyayekê de bibin yek

Rojnameya Azadiya Welat, bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin. Derheqê xebatkarê rojnameyê Çetîn Kurşun de bi îdiaya ku damezirînerê malpera Ciwannewsê ye, bi sedema “li pey hev propagandaya rêxistinê kiriye” doz hatibû vekirin. Şandeya dadgehê 3 salan cezayê hefsê dabû rojnameger Kurşun lê ev biryar ji hêla Îstînafê ve hatibû xerakirin. 3’yemîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Dadî ya Herêmî ya Dîlokê xwest ku Kurşun bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” were darizandin. Danişîna dozê di 27’ê çileyê de dîsa hate dîtin û 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê bi îdiaya ku Kurşun bi weşandina nûçeyên di Ciwannewsê re “propagandaya rêxistinê” kiriye, gilî kir.

Li ser vê yekê, Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê bi heman tawanan derheqê Kurşun de îdianame amade kir û ji 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê re şand. Dadgehê ev îdianame qebûl kir û danişîna ewil a dozê îro hate dîtin. Rojnameger Kurşun jî di danişîna dozê de amade bû.

Di danişînî de kurtayiya îdianameyê hat xwendin û piştre jî Kurşun parastina xwe kir. Kurşun, da zanîn ku ew rojnamegere û tawanên lê tên kirin red kir. Di berdewamê de Kurşun destnîşan kir ku polîsan di 6’ê sibata 2018’an de deriyê mala wan şikandiye, bi ser malê de girtine û hatiye binçavkirin. Kurşun, parastina xwe wiha domand: “14 rojan di bin çavan de mam û min nezanî bê ka bi çi têm tawanbarkirin. Li emniyetê pirsên nezelal ji min dikirin. Parêzerê min tune bû lewma jî min mafê xwe yê bêdengmayînê bi kar anî. Lê ji min re gotin; ‘ev der qereqol nîne. Ev der TEM e. Em li vê derê delîlan radixin ber çavan.’ Bi van gotinan gef li min hat xwarin. Dema derketim pêşberî dozger, haya min ji tawanên heyî çêbû. Tê îdiakirin ku ez damezirînerê malpereke bi navê Ciwannewsê me. Lê tu eleqeya min bi vê malperê re nîne. Navnîşana maîlê ya li ser malperê jî aîdî min nînin. Malpera behsa xeberê di çileya 2017’an de hatiye vekirin. Lê min xeta telefona xwe di îlona 2017’an de hilgirtiye.”

Pişt re jî dozger mutalaaya xwe da û xwest ku Kurşun bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” were cezakirin.

Şandeya dadgehê biryar da ku ev dosyeye û dosyaya bi hejmar 2021/247 ku Kurşun bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” tê darizandin, bike yek dosya.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar