Bi hinceta lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di 29’ê nîsanê de li 15 bajarên cuda serdegirtin hatibû kirin.
Di çarçoveya vê lêpirsînê de li Amedê Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sedat Yilmaz û hevjîna wî Selma Yilmaz hatin destgîrkirin. Xwişka Sedat Yilmaz Fîlîz Yilmaz jî li Stenbolê hate destgîrkirin û ew birin Enqereyê.
Piştî astengiya 24 saetan parêzeran karîbûn bi kesên hatin destgîrkirin re hevdîtinê bikin.
Rojnamevan Yilmaz û Muftuoglû diyar kirin ku dema anîn Enqereyê 15 saetan di otobusê de kelepçekirî hatin hiştin û 24 saetan birçî hatin hiştin.
Rojnamevan Yilmaz her wiha ragihand ku polîsan îşkence li wî kirin û di bin navê ‘sohbet’ê de sîxurî lê ferz kirine, heqaret lê kirine.
Parêzera Yilmaz Şûle Recepoglû li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê gilî kir.