Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li rojnameya Swîsreyê îlana ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re’

Di salvegera 23'an a komploya navneteweyî de îlanek ji rojnameyeke kantona Zurîchê ya Swîsreyê re hat dayin. Di îlanê de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hat kirin

Yek ji rojnameyên sereke yên kantona Zurîchê ya Swîsreyê Tages-Anzeiger di hejmara 15’ê Sibatê de cih da îlanek ji daxwaza azadiyê ya Abdullah Ocalan. Tages-Anzeiger ku sala 1989’an ava bû îro hem di asta neteweyî de bûye rojnameyeke bi bandor hem jî mezintirîn rojnameya kantonê ye.

Di îlana rojnameyê de ji bo bicihanîna daxwazên aştî û demokrasiyê yên gelên Rojhilata Navîn îşaret bi girîngiya azadiya Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî hat kirin.

Di îlanê de hewldanên Abdullah Ocalan ên ji bo aştî, demokrasî û çareseriya pirsgirêka kurd hatin bibîrxistin û wiha hat gotin: “Di salên 2005 û 2006’an de 3.5 milyon kurdan ragihandin ku Abdullah Ocalan îradeya wan a siyasî ye, nûnerê wan e. Her wiha di sala 2015’an de zêdeyî 10 milyon kesî xwestin ku Ocalan bê berdan. Lewma Abdullah Ocalan ne tenê kesayetekî girîng ê siyasî ye, di heman demê de lîdereke ku çareseriya aştiyane ya pirsgirêka kurd diparêze û aktorekî siyasî ye ku ji bo demokratîkbûna tevahiya herêmê dikare rolê bilîze.”

Di îlanê de hat bibîrxistin ku Ocalan afirînerê projeya konfederalîzma demokratîk e ku li Rojava bi cih tê anîn û di nava herêma bi kaos û krîzê de Ocalan çareseriya aştiyane û demokratîk sembolîze dike.

Di îlanê de hat destnîşankirin ku li pişt perdeya xitimandina krîz û kaosa heyî ya li Rojhilata Navîn dewleta tirk heye û wiha hat gotin: “Di çareserkirina vê kaosê de wê fikrên çêker ên Abdullah Ocalan ên ji bo aştiyê xwedî bandor be. Ji ber van sedeman hemûyan, ji bo bicihhatina daxwazên aştî û demokrasiyê yên gelên herêmê, azadiya Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî hemûyan wê gelekî bi wate be.” ZURÎCH 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar