Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ji ber nûçeya ‘Ji vê kaniyê aştî naherike’ li rojnameya Yenî Yaşamê doz vekir. Di vê çarçoveyê de midûrê Karên Nivîsan ê Yenî Yaşamê Aydin Keser dê di 7’ê sibatê de li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê derkeve pêşberî dadger
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ji ber nûçeya ‘TSK bi OSO’yê re li dijî Bakurê Sûriyeyê dest bi operasyonê kir, HDK, KCD û HDP’ê bertek nîşan da: Ji vê kaniyê aştî naherike (Bu Pınar dan Barış Akmaz)’ ku di 10’ê cotmeha 2019’an de di rojnameya Yenî Yaşamê de hatibû weşandin, bi îdiaya ‘Propagandaya rêxistinê kiriye’ li midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Yenî Yaşamê Aydin Keser doz vekir.
Dozgeriyê îdianameya der barê rojnameyê de ji 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê re şand. Dadgehê jî îdianame qebûl kir. Di îdianameyê de nûçeya navborî weke ‘sûc’ hatiye dîtin.
Bi qebûlkirina îdianameyê re jî dê midûrê Karên Nivîsan a Yenî Yaşamê Aydin Keser di 7’ê sibatê de li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê derkeve pêşberî dadger. STENBOL