Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Li Rûbarokê leşkerên tirk du ciwanan birîndar kir

Li navçeya Robarokê ya Colemêrgê leşkerên tirk gule berdan Şehap Şendol ê şivantiyê dike û Celîl Ekîncî yê ku berê birayê wî ji aliyê leşkeran ve hatibû birîndarkirin. Leşkerên tirk bêyî ku hişyariyê bidin du ciwanan birîndar kirin

Li Rûbaroka girêdayî Colemêrgê li gundê Çemêkûrkê di 18’ê gulanê de du welatiyên bi navê Celîl Ekincî (17) û Şahap Şendol (23) ji aliyê leşkeran ve hatin birîndarkirin. Hat gotin ku bi hincata her du welatî qaçaxçîtiyê dikin, leşker bêyî ku wan hişyar bikin gule berdan wan.

Xizmên birîndaran û welatiyan her du ciwanên birîndar gihandin nexweşxaneyeke girêdayî başûrê Kurdistanê. Hat ragihandin ku Şendolê ji destê xwe birîndar bûbû ji nexweşxaneyê derket lê tedawiya Ekînciyê ku ji zikê xwe birîndar bûbû hê jî didome.

Parlamanterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede dîmenên birîndarbûna ciwanan parve kir.

Tê gotin ku birayê Celîl Ekîncî, Reşat Ekîncî jî bi heman awayî di 31’ê kanûna 2020’î de li heman herêmê ji aliyê hêzên ewlehiyê hatibû birîndarkirin.

Leşkeran li birîndaran temaşe dikir

Reşat Ekîncî der barê bûyerê de axivî û wiha got: “Birayê min serê sibehê bi hespa xwe derbasî başûrê Kurdistanê bûye. Dû re xizmê me Şahap Şendol ê ku heywan xwe winda kiribû dîtiye û çûye ba wî. Di rêya hatinê de, ji qereqola li kêleka rê bêyî tu hişyarî bê kirin gule hatine berdan. Pêşî hespa birayê min birîndar dibe û birayê min jî ji pişta xwe birîndar dibe. Gule ji qefesa wî derketiye.”

Wekî Ekîncî destnîşan kir û wekî di dîmenan de jî dixuyê leşkeran bi tu awayî alîkariya birîndaran nekiriye û dema ew çûne cihê bûyerê dîtine ku her du hespên me hatine kuştin. Hê jî tedawiya Celîl Ekîncî min dewam dike. COLEMÊRG

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar