PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Li Rûsyayê çi diqewime?

Di vê meha havînê de li Rûsyayê gelek bûyerên li ser civak û siyaseta herêmê bandorên mezin ava bikin hatin jiyîn.

Wek tê zanîn di cîhanê de erdnîgariya herî mezin a Rûsya ye. Di erdnîgariyek wisa mezin û berfireh de rojane bûyer û pêşveçûnên tên jiyîn şopandin bi serê xwe mijarek girîng e.

Bi taybet di van çend mehan de bûyer û kerasetên hatin serê Rûsyayê hişt ku ew bi derdê xwe mijûl bibe. Lewma niha mijara Rûsyayê ye sereke pêşî li van bûyerên ku tên jiyîn bigire û êşên hatine jiyîn jî derman bike.

Herêma Îrkûtsk di bin avê de ma

Li herêma Îrkûtskê di meha derbasbûyî de ji ber barîna barana zêde lehî rabû û di encama lehiyê de gelek kesan jiyana xwe ji dest da. Ji gelek kesên ku zarok jî di nav wan de ne agahî nayê girtin. Ji ber lehiyê çemê Tûlûn bi ser ve çû û gelek avahî di bin avê de man. Bi fermana Serokdewletê Rûsyayê Vlademîr Pûtîn 1300 leşker çûn herêmê.

Li gor agahiyên ku ji herêmê tên li 55 deverên ku gel lê dijî zirarên mezin hene. 3300 avahî ji vê lehiyê bandor bûne. 13 pir û rêyên sereke yê herêmê ji hatin û çûyînê re hatine girtin.

Li Sîbîrya daristan dişewitin

Li herême Sîbîryayê pêşî li şewata daristana nayê girtin. Li gor tê ragihandin mûdexaleyên hewayî yên artêşa Rûsyayê jî ji bo tefandina agir bêfeyde dimîne. Agir belavî herêmek 4.3 milyon hektarî bûye û berdewam dike.

Berpirsê saziya parastina hawirdor a Greenpeace Anton Beneslavskî di vê mijarê de dibêje; “Ev agir hatiye asta mirov êdî nikare bitefîne. Ev agir feleketek xwezayî ye.”

Di halê heyî de agir li ser cihê jiyanê bandorek mezin avanekiriye lê ger pêşî lê neyê girtin wê gelek bajar, bajarok û gund di bin xeteriyê de ne. Lewma ji bo ev agir rojekê beriya rojekê bê tefandin kedek mezin tê dayîn.

Li Krasnoyarskê depoya leşkerî teqiya

Li naçveya bajarê Krasnoyarsk Açînskê di encama teqîna depoya leşkerî de gelek alavên leşkerî şewitin û gelek alav jî hatin asta êdî neyên bikaranîn. Her çiqas di vê mijarê de daxuyaniyek fermî nehatibe dayîn jî li gor nirxandinê tên kirin dibêjin ev agir ji ber pirsgirêkên teknîkî derketiye. Lê pisporên ku bûyerên dinirxînin wisa nabêjin û ew li ser îhtîmalê şewatê disekinin.

Di gelek aliyan de tê gotin ku ev teqîn di encama êrîşekê de çêbûye. Lê ya rast çi ye hîn nehatiye gotin. Di vê mijarê de jî ya girîng ew e ku ev bûyer jî mîna bûyerên din li ser rêvebiriya Rûsyayê giraniyek daye çêkirin.

Çalakiyên protestoyî yên li Moskovê pêş dikevin

Li Rûsyayê dê di 8’ê îlonê de hilbijartinên şaredariyan bên lidarxistin. Ev demeke partiyên siyasî xwe ji bo vê hilbijartinê amade dikin. Lê aliyên muxalif bi hinceta ku desthilatdar nahêlin kesên muxalif bibin berendamên serok şaredariyê li Moskovê dest bi çalakiyên protestoyî kirine.

Di encama va çalakiyên protestoyî de gelek çalakvan û rojnameger hatin binçavkirin. Her çiqas sedema van çalakiya mudaxelaya desthilatdarê ya ji bo hilbijartina bê binavkirin jî di bingeh de tê gotin ku ev çalakî dijî desthilatdariya Pûtîn e.

Bi taybet ev çalakiyên ku ciwan jê re pêşengiyê dikin li ser desthilatdariya Pûtîn bandorek daye avakirin. Lewma di gelek mijaran de Pûtîn dixwaze guh bide van çalakvanan. Lê di halê heyî de di warê pratîkî de hîn tu gav nehatine avêtin. Ev jî bi xwe re her roja diçe asta çalakiyên protestoyî zêde dike.

Di Rûsyayê de ev çend bûyerên ku di rastiyê de bi hev ve girêdayîne rojevek girîng dane avakirin. Her wiha rêvebiriya Pûtîn li hemberî van bûyerên xwezayî û mirovî tengaviyekê dijî. Ji çar perçeyê welat çavê gel li alîkariya desthilatdarê ye.

Li Îrkûtsk, Sîbîrya felaketên xwezayî her roja diçe li ser civakê bandorek neyînî dide avakirin. Beriya her tiştî rêvebiriya Pûtîn ji van feleketan re çareseriyekê bibîne. Dîsa bûyerê ku li Krasnoyarskê rûdane ne bûyerek ji rêzeye ku mirov bêje derbas bû. Pêwîst e ev bûyer jî bi awayekî aşkera bê zelalkirin û pirsên di serê gel de bên bersivandin. Dîsa li Moskovê çalakiyên ku bi pêşengiya ciwanan pêşdikevin krîza ku tê jiyîn destnîşan dike. Ger rêvebiriya Pûtîn ji van krîzan re û bi taybet ji pirsgirêkên ciwanan re çareseriyekê nebîne wê di dema pêş de ev çalakî hîn xurttir bibin û îhtîmala ku ev belavî her çar aliyê welat jî bibin heye. Lewma ev çend meh ji bo Rûsyayê mehên girîng bûn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar