Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Li Rûsyayê qursa zimanê kurdî hate vekirin

Ji bo perwerdeya zimanê dayikê, li bajarê Krasnodar ê federasyona Rûsyayê ji bo zarokên kurd qursa zimanê kurdî hate vekirin. Malbatan eleqeyeke mezin nîşanî qursê da

Otonomiya Çanda Kurd a Krasnodarê, ji bo zarokên kurd li Krasnodar a Rûsyayê bi piştgiriya hin aktîvîstan  qursa zimanê kurdî vekir. Ligel zarok û ciwanan, kurdên li herêmê jî eleqeyeke zêde nîşanî qursê dan.

Weke destpêk, qurs ji sê polan pêk tê û hefteyê dê du rojan perwerde bê dayîn. Mamosteyên qursê jî Îşxan Ankosî û Nûrê Eşîrî ne. Ji mamosteyan Îşxan  Ankosî ji ANF’ê bi Êrîş Qoser re axivî. Îşxan dibêje ku ji bo ku zarokên kurd asîmîle nebin û bi zimanê xwe bikarin xizmetê ji gelê xwe re bikin, wan xwe daye ber vî karî.

Dixwazin xebatên ziman geş bikin

Ankosî bi lêv kir ku li Rûsyayê ji bo xebatên mîna ziman, pêwendiya gel zêde ye û wiha pê de çû: “20 sal berê dema ku gelê me nû koçberî Rûsyayê bû, fikareke sereke hebû. Her civak bi zimanê xwe hebûna xwe didomîne. Her çiqas bi derengî be jî em dixwazin dest bi vê xebatê bikin û vê xebatê geş bikin. Em bi hêvî ne ku dê gelê me jî bibe alîkar.  Bi perwerdeya ziman re ciwan ne tenê ziman, dê hînî dîroka ziman û çanda kurdî jî bibin.”

Malbata Kaçax mesref pêşwazî kirin

Mesrefên qursa zimanê kurdî ji hêla Tilmanê Kaçax û birayê wê Bekirê Kaçax ve hatin pêşwazîkirin. Heman malbatê beriya niha jî destek dabû xebatên ji bo ziman û wêjeya kurdî. Tilmanê Kaçax ku ji kurdên êzidî ye wiha dibêje: “Dema ku li ber çavê me û di şexsê zarokên me de çanda me tune dibe ez pir diêşim. Çanda kurdan çandeke qedîme û zimanê kurdî jî dewlemend e. Em bi dengê dengbêjan mezin bûn û me govendên xwe li ber vî zimanî girêdan. Me bi vî zimanî helbest xwendin û gotinên xweş kirin.”

Ji mamosteyên qursê Nûrê Aşîrî jî anî ziman ji bo ku xebatên mezintir û girîngtir bikin, pêdivî bi piştgiriya gel heye. KRASNODAR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar