Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Rûsyayê xwepêşandan: 2 hezar û 400 kes hatin binçavkirin

Bi daxwaza berdana muxalîfê Rûs Aleksey Navalnî li Rûsyayê çalakiyên protestoyê hatin lidarxistin û deh hezaran kes daketin qadan. Di van xwepêşandanan de 2 hezar û 400 kes hatin binçavkirin

Bi daxwaza berdana muxalîfê rûs Aleksey Navalnî roja şemiyê li tevahiya Rûsyayê çalakiyên protestoyî hatin li darxistin û bi deh hezaran kes daketin qadan. Çalakiyên herî mezin jî li paytext Moskov û bajarê St. Petersbûrgê hatin lidarxistin. Li gorî amadekaran, li her yek ji van xwepêşandanan 20 hezar kes amade bûn. Polîsan jî îdîa kirin ku li Moskovê 4 hezar kes meşiyane.

Li dehan bajarên din çalakiyên protestoyî hebûn. Di dîroka nêz a Rûsyayê de xwepêşandanên bi vî rengî yên li qadeke ew çend berfireh belav bûye, kêm tê dîtin.

Li Moskovê di çalakiya şermezarkirinê de piştî nîvro polîs û xwepêşandêr bi hev ketin. Polîsan bi ço dest li xwepêşandanê werdan û çalakgeran jî bi giloka berfê û tiştên cuda bersiv dan polîsan.

Hevsera muxalîf Aleksey Navalnî Yûlîa Navalaya jî li Moskovê piştî ku êvarê hate binçavkirin, di nava çend saetan de hate berdan. Her wiha di xwepêşnadan de 2 hezar û 400 kes hatin binçavkirin.

Tîma Navalnî ku xwe weke dijberê nelirêtiyê nîşan dide, li 65 bajaran bang ji bo çalakiyan kiribû.

Navalnî yê 44 salî, piştî ku bi jehrê hate xistin, li Almanyayê hate dermankirin û piştî ku vegeriya di 17’ê Çileyê de li Rûsyayê hatibû binçavkirin. Navalnî herî kêm heta 15’ê Sibatê wê girtî bimîne û der barê wî de gelek lêpirsîn hene.

Navalnî bi dîmen banga çalakiyê kiribû û ji roja sêşemê ve zêdeyî 70 milyon kesî li vê bangê temaşe kir. Navalnî di dîmen de Serokdewlet Vladîmîr Pûtîn sûcdar kir ku ji xwe re avahiyeke taybet a bi milyarek euroyî çêkiriye. MOSKOV

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar