Ji bo hilbijartina seroktiyê li qadên bi kontrola Şamê bûroyên hilbijartinê hatin vekirin. Li gorî hikûmetê hilbijartin nîşan dide ku li Sûriyeyê hatiye ser hemdê xwe.
Lê Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevî hilbijartinê nabe. Civaka navneteweyî jî diyar dike ku armanca hilbijartinê ew e ku serweriya Beşar Esed were pejirandin.
Wezîrên karê derve yên DYE, almanya, Brîtanya, Fransa û Îtalyayê daxuyaniyeke hevpar dan û bang li civaka navneteweyî kir ku hilbijartinê red bikin û wiha gotin: “Em bang li civaka giştî ya navneteweyî dikin, bêyî ku binpêkirinên giran ên mafên mirovan ê rejîma Esad were sekinandin an jî bêyî ku tev li pêvajoya siyasî bibe ku NY’yê ji bo ku dawî li şer bîne hêsan kiriye, hewldana mewabûnê bi teqezî red bikin.”
Wezîrên welatên navborî gotin ku ev hilbijartin ne azad û ne jî dadmend in.
Meclisa Sûriyeya Demokratîk 24’ê Gulanê daxuyaniyeke niviskî da û wiha got: “Meclisa Sûriyeya Demokratîk gelek caran ragihand ku hilbijartinên armancên gelê Sûriyeyê pêk naynin û maf û hebûna wan a siyasî temsîl nakin, wan têkildar nakin û dê rê nede xebatên hibijartinan ên li dijî biryara navneteweyî ya 2254’an. MSD teqez dikin ku em ê nebin parçeyekî hilbijartinên serokatiyê û em beşdar nabin. Helwesta me nayê guhertin. Beriya dîtina çareseriyeke siyasî li gorî biryarên navneteweyî, berdana girtiyan, vegera penaberan, danîna bingehên nû yên siyasî yên dûrî zordariyê û serweriya hêzeke siyasî ya bi tenê û di atmosfereke demokratîk de ku mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê dipejirîne û wekheviyê bêyî cudakarî û dûrxistin pêk tîne, dê tu hilbijartin tune bin.” ŞAM