Hat angaştkirin ku kurê Serokşaredarê Artûklû yê AKP’yî Abdulkadîr Tutaşi, H. Tutaşi ku serkêşê komekê ye ewilî li avahiya şaredariyê û pişt re jî li avahiya kêlekê karê bertîlê kirine. Bûyer bi rageşiyek li ber şaredariyê qewimî derket holê
Hat angaştkirin ku kurê Serokşaredarê navçeya Artûklû ya Mêrdînê yê AKP’yî Abdulkadîr Tutaşi, H. Tutaşi û komek li gel wî ev demek e ku ji bo kar û barên hin welatiyan bertîlê dixwin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin H. Tutaşi û koma xwe li odeyek fireh a avahiya şaredariyê wek ofîs bikar tînin. Hat gotin Tutaşi û koma xwe hemû kar û barên welatiyan ên li şaredariyê bi bertîlxwarinê li wir pêk tînin. Vê çerxa bertîlxwarinê di rageşiyek di meha kanûna 2019’an de li ber şaredariyê qewimî teqiya.
Çend kes tên ber şaredariyê û Tutaşi û koma xwe li hev didin. Bûyer ango li hev dan li ber çavê Abdulkadîr Tutaşi pêk tê. H. Tutaşi ji koma miqabilî xwe re çekê derdixe.
Tê gotin ji ber ku H. Tutaşi û koma wî karê van kesan pêk neaniye û bi qasî 30 hezar lîre pere dane şebeyekê. Xebatkarên şaredariyê û endamên Meclisa Şaredariyê dikevin navbera rageşiya şebeke û koma din û wan ji hev diqetînin. Hin xebatkarên ku vîdeoyên kêliya rageşiyê kişandibûn jî ji telefonên wan hatin paqijkirin.
Hin endamên meclisê yên HDP’yî û AKP’yî diyar kirin ku bûyerek wiha qewimiye û ev rageşî ji ber bertîlxwarinê qewimiye.
Li avahiya kêleka şaredariyê bicih bûn
Ev bûyer li Mêrdînê gelek hat axaftin û hat gotin ku ev mesele heta Navenda Giştî ya AKP’ê jî çûye. Piştî AKP’yî ketin nav meseleyê “ofîs ango odeya” H. Tutaşi ya li şaredariyê hat girtin. Lê vê carê jî H. Tutaşi û koma xwe karê bertîlxwarinê birin avahiya bin navê Koyan a li kêleka şaredariyê di daîreya 17’emîn a li qata 5’an birêve dibin. Hat zanîn ku beriya ev biçin daîreyê polîsek lê rûdinişt.
Li aliyê din heta niha derbarê wan kesên bi H. Tutaşi re dixebitin agahî nehat bidestxistin. Lê encax tê gotin ku Midûrê Avadaniyê yê Şaredariyê S.B., O.A. yê li Midûriyeta Avadaniyê dixebite, Midûrê Nivîsgeha Taybet A.Ç. û ji şêwirmendên Abdulkadîr Tutaşi S.A. jî bi serkêşê komê H. Tutaşi re di nava dan û stendinê de ne.
Hat zanîn ku hêj ev çerxa bertîlê dewam dike. Du welatiyên ku bi bertîlê wan arasteyî H. Tutaşi û yên pê re hatine kirin behsa tiştên bi serê wan de hatine kirin. Welatiyên nexwestin navê xwe bidin dan zanîn ku H. Tutaşi û koma xwe her kar û baran bi bertîlê li şaredariyê hel dikin û gotin ku piştî ku wan pere daye koma bertîlxwar karê xwe çareser kirine. MÊRDÎN