Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

“Li şaredariyan peywirdarkirina ‘kayum an derbeya siyasî ya li hemberî vîna gel e”

19’ê tebaxê roja desteserkirina vîna gel, ango roja  derbeya siyasî ya bi destê ‘kayum’ an a dagirkirina şaredariyên gel.

Gava ku AKP’ê dît bi tena serê xwe nikarê bibe desthilat vegeriya konsepta şer û bi civîna MGK’ê ya 30’ê Cotmeha 2014’an li hemberî têkoşîna gelê kurd biryara “Plana Çokdanîn û serî tewandinê” da û vê planê xal bi xal xiste meriyetê.

Bi vî awayî rewşa şer afirand û bi hinceta şer û pevçûnan, pêvajoya qirkirina siyasî da destpêkirin. Bi derbaya ‘kayum’an a 2016 an şaredarên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê ji peywirê girtin. Bi Derbeya Meclisê jî hevserok û parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê da girtin. Bi daraza bêhuqûq, bi  hezaran siyasetmedarên kurd binçav kir, girt û bi dehsalan ceza da ser pişta wan.

Hevserokên HDP ê jî di nav de, bi hezaran siyasetmedarên kurd hîn jî bi awayekî bêhuqûq di zindanan de ne. Di Hilbijartina Rêveberiyên Herêmî ya 31’ê adara 2019’an de, HDP’ê li 3 bajarên mezin, 5 Bajar, 45 Navçe û 12 Bajarokan, bi tevayî 65 şaredarî bidest xist. Di demeke kurt a piştî hilbijartinê de desthilata AKP’ê bi derbaya duyemîn a ‘Kayum’an, dîsa li hemberî

Şaredariyên HDP ê operasyon pêk anî û hevserokên  şaredariyan ji peywirê girt û li cihê wan ‘Kayum’ peywirdar kirin. Di destpêka derbeya ‘Kayum’ an a 19’ê tebaxa 2019’an de hevserokên Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê  ji peywirê hatin girtin û li cihê wan ‘Kayum’ hatin peywirdarkirin.

Di berdewamiya pêvajoya vê Derbeya siyasî de heta niha ji aliyê wezareta karê hundir ve li şûna 48 şaredariyan ‘Kayum’ hatine peywirdarkirin û ji 19’ê tebaxa 2019’an heta vê demê 84 hevserokên şaredariyan hatine binçavkirin, 22 yê wan Jjn, 39 hevserokên şaredariyên HDP ê hatine girtin.

Wezîrê karê hundir ê wê demê Suleyman Soylu yê ku bi angaşta “ji Qendîlê re alîkarî dikin” şaredariyên HDP’ê sûcdar dikir, bi salan piştî van sûcdariyên xwe, mukur hat ku wî fermana desteserkirina saredariyên HDP’ê û peywirdarkirina ‘Kayum’an ji Serokomar Erdoğan girtiye.

Soylu di mukurhatina xwe de dibêje ku Erdoğan ez vexwendim qesrê û ji min re got: “ez ji van şaredariyên HDP-PKK ê bêzar im, divê tu demildest wan ji peywirê bigirî. Jixwe min jî tiştek wusa dixwest û me bi operasyonekê ew ji peywirê girtin û li şûna wan ‘Kayum’ peywirdar kirin. Tê zanîn ku hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçuk Mizrakli piştî ku di hilbijartina 31’ê adara 2019’an de hat ser kar, bêrêtî û talana  ‘Kayum’ deşifre kiribû û li ber çavê gel û raya giştî raxistibû. Lê bi îfadeyên mukurkarekê, di 21’ê cotmeha 2019’an de bi ser mala wî de hat girtin, hat binçavkirin û  di 22’yê cotmehê de bi angaşta ku endamê rêxistinê ye  hat girtin.

Di encama darizandinê de 9 sal, 4 meh û 15 roj ceza dan Şaredar Mizrakli, ev ceza ji aliyê dadgeha Îstinafê ve bi awayekî lezgîn hat erêkirin. Di 6’ê berfanbara 2022’yan de doza Mizrakli bi hinceta ku mafê wî yê parastinê hatiye binpêkirin û di dozê de lêkolîna pêwist nehatiye kirin doza wî hat xerakirin. lê belê daxwaza parêzerên Mizrakli ya serbest berdanê hat redkirin  û Adnan Selçuk Mizrakli jî wekî hemû siyasetmedarên kurd li zindanê di pişt deriyê hesinî de ye.

Herwiha Şaredarê Navçeya Erxeniyê Ahmed Kaya yê ku wekî Mizrakli bi hincetên pûç û vala ji peywirê hatibû girtin, li gel ku dadgehê di derbarê wî de biryara beraatê daye jî daxwaza wî ya vegera ser karê xwe, ji aliyê wezareta karê hundir ve tê redkirin.

Destpêka rêvebirina bi destê ‘Kayum’ an 15 sal beriya niha bi hinceta ku Meclisa Şaredariya Sûrê biryara pirzimaniyê girtibû pêk anîn. Piştre, dema ku di Hilbijartina Adara 2014’an de HDP’ê 102 şaredarî bidest xistin, vê serkeftinê tirs di dilê rayedarên dewletê de çêkir. Serokê parlementoya Tirkiyeyê wê demê ji bi bidestxistina HDP’ê ya Şaredariya Îdirê, bi gotinên; “gihîştin sînorê Ermenistanê” şîrove kiribû.

Ji ber ku dîtin bidestxistina HDP ê ya her şaredariyek pêşî li polîtîkayên dewletê yên bişaftin û entegrekirinê digire û wan polîtîkayan vala derdixe, pergala mêtingeriyê bı destê ‘Kayum’an xistin meriyetê.

Gelê kurd, ‘Kayum’ an wekî hewldana dewletê ya desteserkirin û tune hesinandina vîna xwe dibîne. Loma jî di salvega çaremîn a peywirdarkirina ‘Kayum’ an de, gelê kurd li hemberî ‘Kayum’an  bertek û nerazîbûna  xwe her dem, li her derê nîşan dide û desteserkirina vîna gel a bi destê ‘Kayum’an mehkûm dike.

Meşandina têkoşînê ya li jemberî ‘Kayum’ên ku karmandên dewletê ne û vîna gel desteser kirine, peywira hemû şoreşger, welatparêz û demokratên ku dixwazin  li nirx, rûmet û destkeftiyên têkoşîna gel a mafdar derkevin e.

Nûçeyên Têkildar