Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Li sê bajaran aqûbeta windayan hat pirsîn

Xizmên Windayan li Amed û Êlihê, Dayikên Şemiyê jî li Stenbolê aqûbeta windahiyan pirsîn.

Xizmên Windayan û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ên Amed di hefteya 574’emîn de li ber avahiya komeleyê çalakiya ‘Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin’ lidar xistin. Xizmên windayan û mafnas beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan.

Serokê ÎHD’ê ya Amedê Abdullah Zeytûn di çalakiyê de axivî û da zanîn ku heta winda bên dîtin û kujer werin darizandin û edalet pêk were dê çalakiya xwe dewam bikin.

Zeytûn anî ziman ku ji ber pirsgirêka kurd bi rêbazên aştiyane nayên çareserkirin her tim şer û alozî heye û her cûre xemsarî pêk tê û diyar kir ku divê edaleta civakî wekhev were belavkirin û îktîdar demildest dest ji polîtîkayên şer berde û vegere polîtîkayên pêkanîna aştiyê.

Piştî axaftina Zeytûn, endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Firat Aydenîz jî çîroka windakirina Ahmet Tekîn ê di sala 1994’an de li navçeya Licê ya Amedê di binçavan de hat windakirin, xwend.

Aqûbeta Acar pirsîn

Rêveberên ÎHD’ê ya Êlihê û Xizmên Windayan jî di hefteya 480’emîn de çalakiya ‘Bila winda bên dîtin û kujer werin dîtin’ li avahiya komeleyê li dar xistin.

Rêveberê ÎHD’ê ya Êlihê parêzer Mesût Aydin daxuyanî xwend û berfirehkirina rayeya notirvanan rexne kir û wiha got: “Berfirehkirina rayeya notirvanan tê wê sedemê ku pêşî li hin bêtirîn sûckirinê tê vekirin.”

Piştre Aydin çîroka Mehmet Acar ê di sibata 1994’an de li gundê Dîrseklî ya Cizîra Şirnexê di binçavan de hat windakirin, xwend û li aqûbeta wî pirsî.

Çalakiya Dayikên Şemiyê

Dayikên Şemiyê ku destnûr nayê dayîn li Qada Galatasarayê çalakiya xwe li dar bixin, di hefteya 776’an de çalakiya xwe li ber Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê pêk anîn. Dayikên Şemiyê di çalakiyê de aqûbeta mamoste Maksût Tepelî ku beriya 36 salan li Şaxa Siyasî ya Gayrettepeya Stenbolê winda bû pirsîn.

Endama Komîsyona Windayan a ÎHD’ê ya Stenbolê Masîde Ocak, di çalakiyê de axivî û çîroka windabûna mamoste Maksût Tepelî vegot. Ocak diyar kir ku Tepelî di sala 1984’an dema ku çûye mala hevalekî xwe ji aliyê polîsên ku li heman malê bi cih bûne ve hatibûye birîndakirin û wiha got: “Li gel ku gelek xwîn ji ber çûye jî polîsan, li şûna nexweşxaneyê Tepelî birine Şaxa Siyasî ya Gayrettepeya Stenbolê ya Polîsan. Li gorî 3 şahidan li şaxê îşkenceyeke giran li Tepelî hatiye kirin û piştî ku ew birine Nexweşxaneya Leşkerî ya Haydarpaşayê agahî ji nayê girtin.”

‘Cihê gora Tepelî nayê gotin’

Ocak destnîşan kir ku piştî têkoşîna salên dirêj ên malbat û parêzerên wan, hat hînbûn ku Tepelî li Nexweşxaneya Nûmûneyê ya Haydarpaşayê jiyana xwe ji dest daye û li Goristana Helvacidede hatiye veşartin û ev tişt anî ziman: “Lê li gel vê agahiyê cihê gora Tepelî ji malbatê re nayê gotin. Ev 36 sal e cenazeyê Tepelê nayê dîtin. Heta îro derbarê windakirina di bin çavan ê Tepelî de lêpirsîneke baş nehatiye kirin. Li gel hebûna şahid, belge û giliyên malbatê jî lêpirsîn bi biryara neşopandinê bi dawî bûne.”

Nameya hevjîna Tepelî

Piştî vegotina çîroka windabûnê, nameya ku hevjîna Tepelî Şehrîban Tepelî ku ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê nikaribû bê çalakiyê û şandibû, hat xwendin. Şehrîban Tepelî di nameya xwe de diyar kir ku naxwaze heta dawiya emrê xwe bi şîn bijî û xwest ku hemû kesên berpiryar bên darizandin û cezakirin.

AMED / ÊLIH / STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar