Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Li sê bajaran hesab pirsîn

Dayikên Şemiyê û xizmên windayan wekî her hefte çalakiyên xwe yên ‘Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin” li Stenbol, Amed û Êlihê pêk anîn. Li sê bajaran çîroka Hasan Ocak, Naîf Demîr û Ahmet Biçimlî hat vegotin û hat xwesitin ku winda bên dîtin û kiryar bên darizandin

Dayikên Şemiyê û xizmên windayan wekî her hefte çalakiyên xwe yên ‘Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin” li Stenbol, Amed û Êlihê pêk anîn. Dayikên Şemiyê ji bo Hasan Ocak ê dema ji aliyê dewletê ve hat binçavkirin û piştre hate windakirin, hatin ba hev. Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan jî bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin li Amed û Êlihê çalakiyên xwe yên şemiyê berdewam kirin. Xizmen windayan di çalakiyan de ji rayedaran xwestin daxwazên girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketine grevê bi cih bînin.

Dayikên Şemiyê û xizmên windayan bi armanca aqûbeta windayan bipirsin û kiryar bên darizandin di hefteyae 730’an de xwestin li Qada Galatasarayê kom bibin, carek din ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Piştî polisan Qada Galatasarayê dorpêç kir û destûr nedan ku Dayikên Şemiyê li qadê daxuyaniyî bidin, li kolana pêşiya ÎHD’a Stenbolê daxuyanî dan çapemeniyê. Beriya ku xizmên windayan û Dayikên Şemiyê daxuyaniyê bidin polîsan dîsa kolana ÎHD’ê dorpêç kir. Dayikên Şemiyê di bin dorpêça polîsan de daxuyanî da.

Dayiken Şemiyê û xizmên windayan ên tîşortên wêneyên windayan li ser heye li xwe kirin, wêneyên windayan û qurnefil xistin destê xwe. Parlamentera HDP’ê Oya Ersoy, Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû û xizmên windayan amade bûn. Di çalakiya vê hefteyê de çîroka Hasan Ocak ê di 21’ê Adara 1995’an de hat binçavkirin û cenazeyê wî li goristana bêkesan hat dîtin xwendin. Malbata Hasan Ocak xwest edalet pêk bê. Berken Ocak jî di cama ÎHD’ê de wêneyê xalê xwe Hasan Ocak rakir û bi qurnefilan tevlî çalakiyê bû. Keça Fehmî Tosun ê di bin çavan de hat windakirin Besna Tosun daxuyanî da.

Tirkiye mehkûm bibû

Besna Tosun diyar kir ku Hasan Ocak ê 30 salî bi nasnameya xwe ya sosyalîst dihat naskirin û di 21’ê Adara 1995’an de hat binçavkirin. Tosun anî ziman ku 2 kesan Hasan Ocak di dema binçavkirî bû de dîtibûn û tevî hemû hewldanên malbatê encam nestendin. Tosun destnîşan kir ku wekî kesê kujer nediyar li goristana bekesan defin kirin û wiha got: “Wezareta Karên Hundir Nahît Menteşe, Midûrê Giştî yê Polîsan Mehmet Agar, Waliyê Stenbolê Hayrî Kozakçioglu û Midûrê Polîsan ê Stenbolê Necdet Menzir bi nivîsek fermî îdîa kirin ku Hasan Ocak nehatiye binçavkirin û wekî sûcdar kes lê negeriya ye. Tevî hemû astengiyên maqamên fermî 58 roj şûnde li goristan bêkesan hatibû definkirin hat dîtin. Malbatê bi awayeki rastî îşkenceya giran hatiye li Goristana Bêkesan a Altinşehirê dît. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) bi sedema lêpirsînek baş nekiriye Tirkiye mahkûm kir.”

Tosun, herî dawî, anî ziman ku dozgerî û wezareta dadê 24 salin hêj edalet pêk neanîye û bang li wezaret û dozger kir ku erka hiqûqî û edaletê pêk bînin. Tozun bilêv kir ku heta encan nestînin dest ji lêgerîna windayan û daxwaza qada Galatasarayê bernadin.

Parêzera malbatê û Seroka ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî jî anî ziman ku 24 sal in hiqûq pêk nehatiye û wiha got: “Em ê heta dawî dozê û têkoşina windayan bidomînin.” Birayê Hasan Ocak Alî Ocak jî diyar kir ku ew spasiyên xwe ji kesên 24 salin li tenişta malbatê cih digire re dikin.

Dayika Hasan Ocak Emîne Ocak jî anî ziman ku 24 salin li edaletê digerin û wiha got: “Hemû kesên hatine windakirin zarokên min in. Em windayên xwe û Qada Galatasarayê dixwazin.”

Xwişka Hasan Ocak Maside Ocak jî wiha got: “24 salin dewlet Hasan wekî terorîst îlan dike. Yên li cem me radiwestin jî rastî lêpirsînê tên. Vê hikûmetê çi tespît kiriye ku me wisa tawanbar dike.” Piştî daxuyaniyê çalakî bi dawî bu.

Daxwazên çalakgerên grevê pêk bînin

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê û xizmên windayan, bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” di hefteya 528’an de çalakiya xwe berdewam kirin. Xizmên windayan ji ber ku Parka Koşûyolû li wan hatiye qedexekirin li avahiya ÎHD’ê ya Amedê pêk anîn. Xizmên windayan dîsa pankarta “Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin ku wêneyên windayan li ser heye vekirin û wêneyên windayan û qurnefil xistin destê xwe. Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn.

Rêveberê ÎHD’ê yê Amedê Adnan Orhan, bal kişan ser çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Çalakiya ku Hevseroka KCD’ê Leyla Guven 136 roj berê dest pê kir, piştî 1’ê Adarê li hemû girtîgehan belav bûye. Em bang li rayedaran dikin ku daxwazên girtiyan bi lez pêk bînin.”

Orhan anî ziman ku 29 hefte ye qada Parka Koşûyolû li wan hatiye qedexekirin û wiha got: “Çalakî bi xweşiya hin kesan naçe. Ev wêne hin kesan pir zêde bêzar dike. Ji ber ku ditirsin li çavê xizmên windayan binêrin. Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan bi hefteyan e bang dikin.”

Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’a Amedê Prz. Hasan Yalçin jî çîroka Naîf Demîr ê di 6’ê Adara 1995’an de li navçeya Çelê ya Colemêrgê leşker û Serbazê Fermandariya Cendirmeyan a Çelê revandin û bi têlê fetisandin vegot. Yalçin anî ziman ku malbata Demîr li Gundê Zavitê yê Çelê dijîn û wiha got: “Naîf Demîr wê demê bi Fermandarê Boluka Cendirmeyan a Çelê Bedrettîn Kutuk re bazirganiya çekan a herêma Federal a Kurdistanê dikin. Piştre para Naîf Demîr nadin. Demîr piştî bi israr pereyê xwe dixwaze, Serbaz Bedrettîn Kutuk, di 6’ê Adara 1995’an de li Qereqolê li gel Serbaz Metîn Koç  bi têlê fetisandin û dawî li jiyana wî anîn. Piştre avêtin çemê Zapê yê 7-8 kilometre dûrî wê. ” Yalçin da zanîn ku hemû hewldanên malbata Demîr bê encma ma. Çalakiya li ÎHD’ê bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawi bû.

Ahmet Bîçîmlî ji sala 1994’an ve winda ye

Li Êlihê jî xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan ji ber kolana Gulistanê hatiye qedexekirin çalakiya xwe di hefteya 434’an de li avahiya ÎHD’ê berdewam kirin. Xizmên windayan, parazvanên mafên mirovan û Endamên OHD’ê tev li çalakiyê bûn. Malbatan di çalakiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” vekirin. Hevserokê ÎHD’a Êlihê Denîz Rumeysa Kaya daxuyanî da û xwest daxwazên çalakgerên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketine grevê pêk bê. Rumeysa Kaya ji malbata Zulkuf Gezen re sersaxî xwest.  Kaya, piştre çîroka Ahmet Biçimlî yê di 20’ê îlona 1994’an de li Farqînê hat windakirin xwend. Kaya destnîşan kir ku Bîçîmlî ji aliyê JİTEM’ê ve rastî gefan hat û piştre hat windakirin û ji 1994’an ve agahî jê nayên girtin. STENBOL / AMED / ÊLIH  

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar