Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Li Şehbayê jin li dijî tecrîdê meşiyan

Li Şehbayê bi sedan jin li dijî tecîrda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan û banga azadiya wî ya fîzîkî kirin

Li Şehbayê bi sedan endamên Kongreya Star û Yekitiya Jinên Ciwan ên herêma Efrînê bi meşekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Di meşê de posterên Ocalan, alên Kongreya Star û Yekitiya Jinên Ciwan hatin hildan.

Meş ji pêşiya deriyê ketina bajarokê Til Qerah ê navçeya Ehdasê dest pê kir. Jinan bi yekdengî diruşma tecrîdê şermezar kirin û banga azadiya fîzîkî ya Rêbertî kirin.

Meş li ber navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a li Til Qerah rawestiya û deqeyeke rêz hate girtin.

Ji endamên Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Eyşe Mihemed behsa sedemên tecrîdkirinê kir û wiha got: “Dewletên dij demokrasiyê tecrîdeke giran li ser Rêbertî ferz kirine, hewl didin ku me ji dûrî ramanê azad bixin û gelan kole bikin.”

Endama Rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan a Kantona Efrînê Rîm Dada bi navê jinên ciwan axivî û got ku dê têkoşîna li ser şopa xeta Rêbertî berdewam bikin û wiha domand: “Rêbertî doza jinan di civakê de lêkolîn kir û hişt ku di hemû qadan de bibin pêşeng ku berê hatibûn paşguhkirin. Ji ber vê yekê divê em ji vê xetê dûr neçin û nehêlin ku dijber armancên xwe bigihînin serî.”

Rîm Dada bang li ciwanan, di serî de jinên ciwan kir ku li dijî tecrîdê serî hildin û têkoşîna xwe li dijî dewleta tirk xurt bikin.

Çalakî bi diruşmeyên şermezarkirina tecrîdê bi dawî bû. ŞEHBA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar