Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Li Şehbayê Newroz hat pîrozkirin

Endama Desteya Serokatiyê ya PYD'ê Foza Yûsiv li Newroza Şehbayê axivî û got, "Bi berxwedana gelê Efrînê re wê Efrîn careke din rizgar bibe."

Şahiya Newrozê bi vêxistina agirê Newrozê dest pê kir. Şêniyên Efrîn û Şehbayê bi dûrişma “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêkê kurd re çareserî” Newroza xwe pîroz dikin.

Pîrozbahiya Newrozê li Elûşe ya navçeya Ehdasê tê pîrozkirin. Piştî vêxistina agirê Newrozê û guhdarkirina li perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, endama Desteya Serokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif axivî.

Foza Yûsif got: “Berxwedana gelê Efrînê heta rizgarkirina Efrînê berdewam e. Dagirkeriya tirk û çeteyên wê nikarin îradeya me bişikînin û me têk bibin. Hemû îmkanên me ji bo rizgarkirina Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê ji dagirkeriyê ne.”

Foza Yûsif di berdewama axaftina xwe de got: “Em nikarin bêjin ku em azad in heta em Efrînê rizgar bikin, ji 6 salan ve şêniyên me li Şehbayê li ber xwe didin û derewên rêxistinên mafên mirovan û civaka navneteweyî aşkere dikin ku li hemberî sûcên dewleta tirk bêdeng in. Divê zextê li Tirkiyeyê bikin da ku wê ji Efrînê derxin.”

Yûsif, diyar kir ku dê Newroz li Efrîna dagirkerî were pîrozkirin û wiha domand: “Dewleta tirk dixwaze dagirkeriya xwe rewa bike, çawa wê Newrozê pîroz bikin piştî ku peykerê Kawayê Hesinkar li Efrînê rûxandin. Lê bi ruhê gelê Efrînê dê Efrîn bê rizgarkirin.”

Foza Yûsif, di dawiya axaftina xwe de soza domandina têkoşînê da û got: “Divê em asta têkoşîna xwe bi heman îrade û baweriya ku çavkaniya wê di hundirê her efrîniyekî de ye, bilind bikin da ku dagirkeran biqewitînin.”

Sekreterê giştî yê Partiya Guhertin û Ronesansê ya Sûriyeyê Mistefa Qeleçî jî axivî û got: “Bi hêviya rizgarkirina herêmên dagirkirî bê kirin û gel vegere cih û warê xwe. Her wiha ji bo van zarokan siberojek baş were avakirin.”

Şahî bi çalakiyên hunerî dewam kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar