Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Şêladizê bi dehan kes hatin binçavkirin

Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştî daxuyaniya serokwezîr Nêçîrvan Barzanî dest bi binçavkirina kesên ku tev li xwepêşandana Şêladizê bûbûn kir. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin bi dehan kes hatine binçavkirin

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku ji ber serhildana gelê Başûr a li dijî dagirkeriya dewleta tirk a li herêmê, hêzek mezin li Şêladizê bi cih kiriye, piştî hevdîtina serokwezîrê herêmê Nêçîrvan Barzanî ya bi wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Mevlûd Çavûşoglû re dest bi operasyonên binçackirinê kir. Li gorî agahiyên ku ji herêmê tên wergirtin asayîşê bi dehan kesan binçav kiriye.

Her wiha Asayîşa Duhokê danê êvarê bi ser mala çalakvanên civaka sivîl Bedel Berwarî de jî girtin û ew binçav kirin. Ji bilî Berwarî di nav rojê de çalakvanê civaka sivîl ê bi navê Salih Rêkanî jî hate binçavkirin. Dîsa berpirsyarê ofîsa NRT’ê yê li Duhokê jî hatiye binçavkirin û nayê zanîn ku berpirs li ku derê tê ragirtin.

Nêçîrvan Barzanî piştî hevdîtina xwe ya duh a bi Çavûşoglû re îro di nav rojê de derketibû pêşberî kamerayan û têkildarî mijarê daxuyaniyek sosret dabû. Barzanî di daxuyaniya xwe de destnîşan kiribû ku dê kesên destê wan di bûyerê de hene, wê bên dadgehkirin. ŞÊLADIZ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar