Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Li Şêladizê çeteyên PDK’ê li pey provokasyonê ne

Çeteyên malbata Barzanî yên ku bûne cerdevanê dewleta tirk a dagirker li pey provokasyonane.Hate ragihandin ku danê sibehê hêzênçeteyên PDK’ê li sînorê Şêladizê dest bi tevgerê kirine.

Malbata sîxur a Barzanî û çeteyên wan li başarê Kurdistanê didin pêşiya de-agirkerên tirk û hewl didin êrîşî gerîlayên YJA Star û HPG’ê bikin. Malbata sîxur û çeteyên wan heta niha gelek caran cihên gerîla ji dagirkerên tirk re gotine û rê li ber şehadeta gerîlayan vekirine û li gelek deverên jî êrîşî gerîlayê azadiyê kirine. Ev hewldanên provokatîfî yên çeteyên malbata sîxur ji ber hestyariya gerîlayan vala derketin.
Hate ragihandin ku çeteyên Roj û Zêrevanî yên ser PDK’ê li sînorê Şêladizê yê ser bi bajarokê Amêdiyê dest bi tevgerek a leşkerî kirine. Her wiha hate diyarkirin ku çeteyên Roj ji bo ku neyên naskirin, cilên çeteyên Zêrevanî li xwe kirine.

Plan û siyaseta PDK’ê û hevkarê wê dewleta tirk a dagirker ên li ser xak û welatiyên Herêma Kurdistanê berdewamin. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku di saetên duh bi şev de hêzên çeteyên PDK’ê li sînorê Şêladizê ya ser bi bajarokê Amêdiyê ya bajarê Dihokê dest bi tevgerek leşkerî kirine.

Her wiha di dîmenên bi dest ketine de diyar dibe ku PDK di hejmarek zêde de wesayîtên zirxî dikişîne sînorê Şêladizê.

Gorî hema çavkaniyan çeteyên PDK’ê li sînorê gundên Serêkanî, Dewkî, Latka û Xiwesta yên ser bi navçeya Şêladizê li sê cihan xwe bi cih kirine.

Hêjayî gotinêye ku beriya çend heftiyan beşek mezin ji çeteyên PDK’ê dibin navê pasewanên sînor de li herêmên sînor ên Behdînanê hatin bi cihkirin. Çete hevkarî û piştevaniya xwe ya ji bo êrîş û dagirkeriya dewleta tirk a dagirker a li ser xak û welatiyên Herêma Kurdistanê berdewam dike.

Her wiha li gorî rapora herî dawî ya CPT ya Emerîkayê, êrişa dewleta tirk a dagirker a vê biharê wê li ser Çiyayê Gara ku her du parêzgehên Hewlêr û Dihokê bi dirêjahiya 38,9 kîlometreyan bi hev ve girêdide, pêk were. Çiyayê Garê di nava sînorê ku PDK’ê çekdarên xwe lê bi cih kirî de cih digire.

Li gorî heman çavkaniyan çeteyên PDK’ê li sê cihên li sînorê Şêladizê li nêzîkî çiyayê Garê xwe bi cih kirine.

Beriya çend heftiyan beşek mezin ji çeteyên PDK’ê di bin navê parasvanên sînor de li herêmên sînor ên Behdînanê hatibûn bicihkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar