Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Li Semsûrî gel jî êdî guherînê dixwaze’

Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk ê Semsûrê Azîz Koçak bal kişand ser hilbijartinan û karesata erdhejê û wiha got: "Bertekên gel ên li dijî desthilatê pir mezin in, gel êdî guherînê dixwaze."

Semsûr ku bandoreke gelekî mezin ji erdhejên 6’ê Sibatê yên Mereşê girt, di bin bandora erdhejê de hilbijartinên 14’ê Gulanê pêşwazî dike. Li gor daneyên Lîjneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) li Semsûrê 399 hezar 125 hilbijêr û hezar hene û dê 452 sindoq bên danîn.

Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Semsûr ji aliyekî ve alîkariya mexdûrên erdhejê dike ji aliyê din vê jî amadekariyên xwe yên hilbijartinên 14’ê Gulanê bênavber didomîne. Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk ê Semsûrê Azîz Koçak der barê atmosfera hilbijartinê ya li Semsûrê de ji Ajansa Mezoptamyayê (MA) re axivî.

‘Em ê bi piştgiriya gel dersekê bidin desthilata AKP-MHP’ê’

Koçak bi lêv kir ku piştî erdhejê alîkariya gelê Semsûrê nehatiye kirin, gel bi tenê hatiye hiştin û ev tişt anîn ziman: “Li Semsûrê karesateke mezin çêbû û bi 10 hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan. Bi qasî ku ji destê me hat me maseya krîzê ava  kir û alîkariya gel kir. Em Partiya Çepên Kesk, em hem li Semsûrê hem jî li hemû welêt dixwazin hemû gelan bigihînin hev û vê pergala bi pirsgirêk biguherînin. Em ê bi piştgiriya gel dersekê bidin desthilata AKP-MHP’ê ye.”

‘Çend rojan em bê nan bûn cenazeyên me di bin kavilan de bûn’

Koçak di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku heke ew di hilbijartinan de bi ser bikêvin dê hesab ji desthilata AKP-MHP’ê bipirsin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em dixwazin bi tevahî 100 parlamenterî bişînin Meclisê û hesabe erdhejê bipirsin. Di warê hiqûqî de em dixwazin hesabê karesata li Semsûrê ji desthilatê bipirsin. Gelê me jî li dijî tenêhiştinê bi bertek e. Em dema li nava gel digerin, em van bertekên gel dibînin. Gel ji me re dibêje, ‘çend rojan em bê nan bûn, cenazeyên me di bin kavilan de bûn. Em jî dixwazin hesabê van bipirsin.'”

‘Armanca me li Semsûrê 3 parlamenter in’

Koçak di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku gelê Semsurê ji ber erdhejê li dijî desthilatê bi bertek e û axaftina xwe wiha qedand: “Armanca me li Semsûrê 3 parlamenter in. Em jî di wê baweriyê de ne ku desthilata AKP-MHP’ê dê li Semsûrê têk biçe. Gelê Semsûrê berê deng dida desthilata AKP’ê, lê piştî erdhejê rewşa Semsûrê jî guherî. Ji ber alîkariyên erdhejê jî gel baweriya xwe bi partiya me anî. Bertekên gel ên li dijî desthilatê pir mezin in, gel jî êdî guherînê dixwaze.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar