Gerîlayên HPG/YJA Starê li Şemzînanê li dijî artêşa tirk rêze çalakî lidar xistin. Di van çalakiyan de bi qasî hate zelalkirin 2 leşker hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
HPG’ê ragihand ku çalakiyên gerîlayan ên di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de tên kirin dewam dike û ev agahî parve kir: “Di 13’yê hezîranê de hêzên me saet 09:30’î li dijî leşkerên li qontara Şikêrê ya ku ewlekariya Qereqola Bêzelê ya girêdayî Şemzînan a Colemêrgê dikirin, çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiya bi xurtî li çeper û kozikên dijmin hatin xistin de, hejmara kuştî û birîndarên leşkeran nehatin zanîn.
Hêzên me yên YJA Star heman rojê di saet 11:00’an de li dijî leşkerên TC’ê yên li devera Deriyê Pen ên dikeve Herêma Govendê ya girêdayî Şemzînanê rêze çalakiyên sekvaniyê lidar xistin. Di van çalakiyên hatin pêkanîn de 2 leşker hatin kuştin. Her wiha di 13’yê hezîranê de balafirên şer ên artêşa tirk a dagirker saet 20:00’ê qada Dola Çil û Çar a girêdayî Herêma Xakûrkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin. Di vê bomberdûmanê de tu ziyan negihiştine hêzên me.” BEHDÎNAN