Du roj berê li Şengalê şewateke mezin derket û piştî hewldanên mezin, hate vemirandin. Lê di encama şewatê de 3 gorên komî jî şewitîn
Du roj berê li derdora Komelgeha Sîba Şêx Xidir a Şengalê şewat derket. Ji bo vemirandina şewatê her çiqas welatiyên Şengalê, Şaredariya Gel a Şengalê, Şaredariya Beacê û qeymeqamtiya Şengalê ketibin nava hewldanê jî, şewat du rojan berdewam kir. Di şewatê de sê gorên komî yên li ser rêya sereke ya di navbera Şengal û Tilezêre de şewitîn. Di heman demê de 100 donim dexlûdan û gelek bîstan jî şewitîn.
Der barê mijarê de welatiyê bi navê Mîrza Hesen axivî û diyar kir ku agirê bi fermana sala 2014’an ve dest pê kir hê jî didome û ev tişt anî ziman: “Hestiyên di nava goran de şewitîn. 3 gorên komî li vir şewitîn. Yek jê gora herî mezin bû. Ji fermanê û vir ve tu kesê li me xwedî derneket. Hûn jî dibînin, gorên komî dişewitin. Em bang li saziyên mafên mirovan dikin ku werin vir û bi çavên xwe bibînin. Mafê me tê xwarin.” ŞENGAL