Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Li Şengalê 9 gorên komî hatin vekirin

Xebatên koma girêdayî NY û hikûmeta Iraqê yên ji bo vekirina gorên komî yên li Şengalê didomin. Hat zanîn ku heta niha 9 gorên komî hatine vekirin û herî kêm 50 cenaze hatine dîtin

Çeteyên DAIŞ’ê di êrîşên xwe yên 3’yê tebaxa sala 2014’an de bi hezaran welatiyên êzidî bi awayeke hovane qetilkirin û di gorên komî de veşartin. 5 sal piştî komkujiyê bi biryara Neteweyên Yekbûyî (NY) û hikûmeta Iraqê ji bo dîtina cenazeyên êzidiyên ku hatine qetilkirin û definkirina wan, ji 15 adarê ve li gundê Koço yê Şengalê dest bi vekirina gorên komî hate kirin. Li gorî agahiyan, heta niha 9 gorên komî hatine vekirin.

Welatiyê bi navê Heytem Ehmed yek ji êzidiyên ji gundê Koçoyê ye. Ji malbata Ehmed gelek kes ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatine qetilkirin. Ehmed têkildarî xebatên vekirina gorên komî, ji Rojnewsê re axivî. Ehmed diyar kir ku di fermana 3’yê tebaxa sala 2014’an de gelek jin, zarok û zilam ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin qetilkirin.

Cenazeyan dişînin Saziya Tipa Edlî

Ehmed destnîşan kir ku piraniya van kesan ji gundê Koçoyê bûn. Ehmed da zanîn ku ji destpêka xebata vekirina gorên komî heta niha 50 cenaze ji van goran hatine derxistin. Ehmed bi lêv kir ku heya niha 9 gorên komî hatine vekirin û cenazeyên ku ji van goran tên derxistin jî ji bo ku nasnameyên wan bên diyarkirin ji Saziya Tipa Edlî ya Bexdayê re tên şandin.

Cenazeyan gelek zirar nedîtine

Desteya Karbûbarên Gorên Komî jî ragihand ku kar û barê wan bê pirsgirêk berdewam e. Desteyê diyar kir ku tevî 5 sal bi ser komkujiya li Koçoyê re derbas bûne jî, hîn gelek ziyan negihaştiye cenazeyên li gund hatine veşartin. Desteyê daxuyand ku hinek gorên komî bi kûrahiya 2 metreyan hatine kolandin û heta ku hemû gorên komî yên li Şengalê tên vekirin jî dê karê xwe bidomînin. ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar