Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Li Şengalê di pêşengtiya ciwanan de meşek hate li darxistin

Bi armanca piştgiriya gerîla li Serdeşta Çiyayê Şengalê bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî û Yeketiya Ciwanîn Êzidî, bi dirûşmeya ” li dijî dagirker û îxanetê werin cenga azadiyê” meşek hat li darxistin. Meşa ciwanan ji seytereya YJŞ’ê ku derbasî Serdeştê dibe despêkir. Di meşê de alên PKK’ê, HPG û Posterên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û sembolên gerîla hatin vekirin. Meşa ciwanan ku bi qasî sê kîlometre heya Goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan berdewam kir. Ciwanan di meşê de bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana gerîla, bimire îxanet” berz kirin.

Li vir li ser navê Yeketiya Ciwanên Êzidî û Yeketiya Jinên Ciwan ên Êzidî daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniya ku ji aliyê Sara Botan ve hat xwendin de berxwedaniya gerîla hat silavkirin û hate gotin: “Ev berxwedana li çiyayên azad bi pêşengiya gerîla tê meşandin, berxwedanek dîrokî ye û bila dijmin baş bizanibe ku ev berxwedan wê bi ser bikeve. Ji ber ku li ser şopa şehîdan û ramanên Rêber Apo berxwedanî tê kirin.

Berxwedana li Zap, Metîna û çiyayên azad tê meşandin berxwedanek bê hempa ye û berxwedan temsîla tevahiya gelê azadîxwaz dike. Taybet ji bo gelê me ê başûrê Kurdistanê berxwedanî tê kirin ji ber ku armanca dijmin dagîrkirina axa Başûr e. Em wek civaka êzidî xwe beşek ji vê berxwedanê dibînin. Li ser vî esasî em wek civaka êzidî û taybet ciwan piştgirtiya xwe ji bo gerîla tînin ziman. Em ê heta dawî çalakî û meşên xwe yên ji bo gerîla dewam bikin. Her civakek ku li azadiya xwe digere berxwedan ji bo wan e.

Gerîla ji bona mirovahiyê şer dike, lê helwesta saziyên ku xwe wek parazvanê mafê mirovan dibînin û NY’ê em şermezar dikin. Ji ber ku bêdengî hilbijartine. Êrîşên li ser Şengal û rojavayê Kurdistanê tên meşandin ji şerê li ser gerîla ne qute. Taybet gelê başûrê Kurdistanê pêwîste rabin ser xwe li dijî hevakarên dewleta tirk, PDK’ê rabin û vê hevakariya wan a bi dijmin re qebûl nekin. Banga me ji ciwanên êzidî re beşdarî nava berxwedanê bibin berê xwe bidin nava refên gerîla, YBŞ û YJŞ’ê.”

Piştî daxuyaniyê bi dirûşmên “Bimre îxanet”, “Bijî Rêber Apo” meş bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar