Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Li Şengalê hêzên Iraqê gule li ciwanan barandin: 2 kes birîndar bûn

Ji ber artêşa Iraqê qada hewayî ya Şengalê ji êrîşên Tirkiyeyê naparêze ciwan li Sinûnê daketin qadan û nerazîbûn dan nîşan. Lê artêşa Iraqê gule li ciwanan reşand û di encamê de rojnamegerke jin û ciwanek birîndar bûn

7’ê kanûnê balafira bêmirov û biçek ya dewleta tirk wesayîta Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel û zarokên wî bombebaran kiribûn. Di encamê de Merwan Bedel şehîdbûbû û du keçên wî jî birîndar bûbûn.

Şevê din jî balafirên şer ên tirk Meclisa Gel a Xanesorê bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de zirara giyanî çênebûbû, lê meclis bi temamî wêran bû.

Li ser neparastina qada hawayî ya Şengalê ji artêşa tirk Rêveberiya Xweser a Şengalê hişyarî nameyek ji hemû saziyên fermî yên hikûmeta Iraqê û saziyên navnetewî yên li Şengalê re şand û ragihand ku ger Iraq serweriya Şengalê nikare biparêze, tu wateyeke hebûna wan li Şengalê jî nemaye. Îro ji ber vê biryara rêveberiya Xweser tu saziyên biyanî û hikûmî li Şengalê dewam nekirin.

Li gorî nûçeya Rojnewsê li ser vê biryarê artêşa Iraqê xwestiye di saetên êvarê de hêzeke zêdetir bişîne nava Sinûnê lê li rastê nerazîbûnên ciwanan hatine. Li ser vê yekê jî ciwan weke nerazîbûnekî Hemereke artêşê ji Sinûnê derxistin. Ciwan dibêjin, eger artêş nikare qada hewayî ya Şengalê biparêze, nabe ku li herêmê jî bimîne.

Piştî van nerazîbûnan artêşa Iraqê gule li ciwanên nerazî yên êzidî barand. Li gorî agahiyên destpêkê rojnamevaneke jin a bi navê Nesrîn Hesen dema rewşê dişopand bû hedefa guleyên artêşa Iraqê û ji lingê xwe birîndar bû. Her wiha ciwanek bi navê Ednan Hemed jî birîndar bûne.

Li gorî agahiyan alozî berdewam dike û artêşa Iraqê jî bi guleyan bersiva daxwazên gelê Şengalê dide. ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar