Bi boneya hatine sala nû re Weqfa Alîkariya Jinên Êzdî ji bo zarokên Şengalê şahiyek li dar xist. Di şahiyê de li zarokan diyarî hatin belavkirin
Weqfa Alîkariya Jinên Êzdî bi hatina sala nû re, li Baxçeya Zarokan a Şengalê şahiyek li dar xist. Di şahidiyê de li zarokan diyarî hatin belavkirin.
Ji rêvebera Tevna Alîkariya Jinên Êzdî Ferîde Sedo têkildarî bernameyê axivî û wiha got: “Di serî de ez sala nû li hemû gelan pîroz dikim. Me xwest em ji bo zarokan bernameyeke taybet bikin û zarokan kêyfxweş bikin. Me xwest zarok bi kêyfxwejî sala nû pêşwazî bikin. Kêyfxwejiya zarokan kêyfxweşiya me hemûya ne. Me ji bo zarokan diyarî amade kirin û bi vê merasîmê em diyariya zarokan belav dikin.” ŞENGAL