Rojhilata Navîn, zalim û mezlûm

Rojhilata Navîn gulistana gel, bawerî, çand û felsefeyên cuda bû. Bi êrîşên sîstematîk ên derve û rêveberên xwefiroş û kêrnehatî re veguherî goristana gel,...

Şerê Cîhanê yê 3’yemîn/ Kurdistan, Filistîn Ukrayna

Şerê Ukrayna-Rûsya, şerê Îsraîl-Hamas-Hîzbûlah û tevgerên dagirkerî yên Dewleta tirk a li dijî kurdan her çendî  ji hev serbixwe xuya dikin jî, di çarçoveya...

Rojhilata Navîn, zalim û mezlûm

Rojhilata Navîn gulistana gel, bawerî, çand û felsefeyên cuda bû. Bi êrîşên sîstematîk ên derve û rêveberên xwefiroş û kêrnehatî re veguherî goristana gel,...

Şerê Cîhanê yê 3’yemîn/ Kurdistan, Filistîn Ukrayna

Şerê Ukrayna-Rûsya, şerê Îsraîl-Hamas-Hîzbûlah û tevgerên dagirkerî yên Dewleta tirk a li dijî kurdan her çendî  ji hev serbixwe xuya dikin jî, di çarçoveya...
Salı - 8 Ekim 2024

Rojhilata Navîn, zalim û mezlûm

Rojhilata Navîn gulistana gel, bawerî, çand û felsefeyên cuda bû. Bi êrîşên sîstematîk ên derve û rêveberên xwefiroş û kêrnehatî re veguherî goristana gel,...

Şerê Cîhanê yê 3’yemîn/ Kurdistan, Filistîn Ukrayna

Şerê Ukrayna-Rûsya, şerê Îsraîl-Hamas-Hîzbûlah û tevgerên dagirkerî yên Dewleta tirk a li dijî kurdan her çendî  ji hev serbixwe xuya dikin jî, di çarçoveya...

Li Şengalê li şûna MÎT’ê PDK kar dike

Rojnameger Îbrahîm Êzidî da zanîn ku PDK li herêmê sîxurtiyê dide ferzkirin û wiha got: “Hin malbat ji bo ku karê sîxurtiyê bikin bi taybet hatin hilbijartin û şandin Şengalê. Li Şengalê PDK’ê şûna MÎT’ê kar dike. Cihê ku MÎT xwe negihînê PDK’ê wê dike.”  

Di 9’ê Cotmeha 2019’an de bi armanca şikandina berxwedana civaka êzidî di navbera hikûmeta Iraqê û Hewlêrê de peymana ‘Şengalê’ hat îmzekirin. Peymana ku beyî vîna êzidiyan hat îmzekirin bû mijara bertek û rexnekirinê.  Peymana bi piştgirî û hevkariya Tirkiyeyê hatibû îmzekirin û pişt re di 23’yê nîsanê de êrîşên wê yên dagirkerî li dijî herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê destpêkirin. Her wiha bi vê êrîşê re ji aliyê dewleta tirk ve li dijî Wargeha Penaber a Mexmûrê û Şengalê jî êrîşên hewayî pêk hatin. Di vê çarçoveyê de balafirên şer ên tirk di 16’ê tebaxê de sûka Şengalê bombe kirin û Fermandarê YBŞ’ê Seît Hesen û biraziyê wî Îsa Xwedêda hatin şehîdxistin. Di 17’ê tebaxê de jî Tirkiye Nexweşxaneya Gundê Sikêniyê yê Şengalê bombe kir. Di vê êrîşê de 4 xizmetkarên tenduristiyê û 4 endamên YBŞ’ê şehîd bûn û 4 kes jî birîndar bûn. Herî dawî di 7 û 11’ê kanûnê de jî Tirkiye li dijî bajaroka Xanesorê ya Şengalê du êrîşên hewayî pêk anîn. Di van êrîşan de jî Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Mervan Bedel şehîd bû û 2 zarokên wî jî birîndar bûn.

Rojnameger Îbrahîm Êzidî ku li Şengalê dijî û geşedanên li herêmê ji nêz ve dişopînê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û têkildarî mijarê nirxandin kirin.

Hedef vîna civaka êzidiyan bû

Rojnameger Êzidî diyar kir ku hedefa êrîşên Tirkiyeyê ji kesan wêdetir rêxistinbûyîna civaka êzidî ye û wiha got: “Piştî lidarxistina Kongreya 4’emîn a Meclisa Xweseriya Şengalê ku tevahiya pêkhateyên Şengalê beşdar bûbûn, plan û êrîşên li ser Şengalê zêde bûn û şêwazê van êrîşan hatin guhertin. Dijminahiya dewleta tirk a li dijî êzidiyan bi vê pêngavê hîn zêdetir bû. Dewleta tirk dixwaze vê peyamê bide êzidiyan ‘Em ê îradeya we û gavên ku hûn ji bo azadiya xwe diavêjin bi tu awayî qebûl nekin’. Ji ber vê piştî hilbijartinên Iraqê ev erîş hin zêdetir bûn. Êzidî û Şengal bûn hedef. Herî dawî jî ji bo ku rê li ber rêxistinbûyîna êzidiyan bigirin erîşî Merwan Bedel kirin. Piştî vê jî êrîşî ser Meclisa Gel a Xanesorê kirin. Bi van erîşan re cardin pêvajo hat guhartin. Dewleta tirk dê bêcudahî îradeya êzidiyan bike hedef.”

Li şûna MÎT’ê PDK kar dike!

Êzidî da zanîn ku cihê pêşengên civaka êzidîji aliyê PDK’ê ve tên tespîtkirin ji Tirkiyeyê re tên ragihandin û têkildarî mijarê ev tişt anîn ziman: “Di roja yekemîn a rojiya êzidî de Merwan Bedel şehîd xistin. Bi vê dewleta tirk dixwaze bibêje ‘Ez dijminê olê we me’.  Ji ber wê di roja herî pîroz de erîş kirin. Ev ne rasthatineke. Dibe ku bi mehane li ser van pêkanîna amadekarî kiribin. Ji her kesî zêdetir em rastiya dewleta tirk dizanin. Di her erîşeke ku pêk tînin de peymak jî didin. Bi DAIŞ’ê em tune nekirin û niha jî bi balafirên şer erîş dikin. Em dizanin van erîşan Tirkiye bi tena serê xwe pêk nayne. Eger NATO çek nedabûna Tirkiyeyê ev tişt pêk nedihat. Her wiha Koolîsyona Navneteweyî ya Dijî DAIŞ’ê asîmanê Şengalê li ber tirkan venekiribûna îro ev erîş çênedibûn. Em dibînin ku ev planeke navneteweyî ye li ser me tê meşandin. Yek ji aliyên ku dixwaze bi vê planê êzidiyan tune bike û nehêle jî PDK’ê ye. Niha li Şengalê piştgirî dide hin kesên ku van karên tirsonek dikin. Van kesan ji xwe re weke ajan dide karkirin. Ev plana PDK’ê ne ji niha ve dest pê kiriye. Dema ku vegera gel ji bo Şengalê dest pê kir hin malbat ji bo ku karê sîxurtiyê bikin bi taybet hatin hilbijartin û şandin Şengalê. Li Şengalê li şûna MÎT’ê PDK kar dike. Cihê ku MÎT xwe negehînê PDK şûna wê kar dike.”

PDK sîxurtiyê ferz dike

Di berdewamê de Êzidî destnîşan kir ku gelek malbatên welatparêz ji ber zext û gefên PDK’ê derketine derveyî welat û axaftina xwe wiha domand: “Hêzên PDK’ê dema ku êzidiyan digire gefa li wan dixwe ku derheqê pêşengên êzidî û ji kesên rêveberiya xweser de agahiyan bide wan. Dema ku agahiyek ket destê hêzên parastina PDK’ê rasterast dikevin berdestê MÎT’ê.  Ev agahî ne vala ye. Em yek bi yek karên PDK’ê li Şengalê ji nêz ve dişopînin. Li Şengalê gelek ciwanên êzidî yên rojnemevan di saziyên ragihandinê yên PDK’ê de ji bo debara xwe bikin kar dikirin. Lê herî dawî PDK’ê ji van kesan xwestiye ku karê îstixbaratî ji bo wan bikin. Ev ciwan neçar mane ku dev ji kar berdin. Ji van hin kesan jî ji tirsan berê xwe dane welatên derve. Reqemên telefonê yên malbatên welatparêz ku dema DAIŞ’ê li Şengalê şer kirina bi rêya kesên bi ser PDK’ê ve dikevina destê MÎT’ê. Mixabin ev tişt li ber çavê Iraqê û Neteweyên Yekbûyî tê kirin. Lê heta niha tu lêpirsînek nehatiye destpêkirin. Kengî êrîşek dewleta tirk çêbûbe Iraqê jî li Şengalê alozî derxistiye û xwestiye ku bikeve cihê di bin kontrola YBŞ’ê de.”

Kesek nikare rasterast êrîş bike

Di dawiya axaftina xwe de Êzidî destnîşan kir ku civaka êzidî li dijî her erîşê re amade ye û ev tişt got: “Ev êrîş ne ku zirarê didin Şengalê. Ev êrîş ji aliyê dijminê êzidiyan ve tên kirin û dixwazin bi van erîşan êzidiyan tune bikin. Herkes dizane ku di van rojên dawî de liv û tevgera DAIŞ’ê di aliyê Mexmûr û Kerkûkê de zêde bûne. Lê mixabin weke ku tê dîtin pêşmerge nikarin li hemberî DAIŞ’ê li ber xwe bidin. Planê DAIŞ’ê yê li ser Şengalê têk çûne. Bi  saya YBŞ,YJŞ û Asayîşa Êzidîxanê tu kes nikare bi rehetî erîşî Şengalê bike. Loma Tirkiye jî şûna DAIŞ’ê êrîşî êzidiyan dike. Gelê me ku bûye xwedî vîn ji  her êrîşeke ku bê kirin  re amade ye. Ev yek îspata ku êzidî bûne xwedî bîrdoziyeke bi rêxistinî. Dema ku civakek bû xwedî bîrdoziyek bihêz û xwe li ser perwerde kir êdî gotina ‘Em ne amade ne’  ji wê kes û civakê re nîne. Em niha dibînin di hemû saziyên êzidiyan de bîrdozî pêşketiya ev jî dibe sedem ne Iraq, ne PDK û ne jî Tirkiye nikare rast e rast erişî êzidiyan bike. Tirsa vê bîrdoziyê di nava wan de pêşketiye û ji ber wê jî dijmin dest bi planên veşartî dike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar