Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Li Şengalê pêngava boykotkirina malên tirkan hate destpêkirin

Li Şengalê pêngava boykotkirina malên tirkî hate destpêkirin. Rêveber û welatiyên bajar xwestin ku hemû şengalî tev li kampanyayê bibin û tiştên tirkan nekirin

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser Şengalê, di 7’ê mijdarê de civînek lidarxistibû û biryara boykotkirina malên tirk dabû. Her wiha ji bo agahdarkirina gel jî li Şengalê komîteyek hatibû avakirin.

Piştî hefteyekê ku xebat hatin meşandin di 13’ê mijdarê de pêngava boykotkirina malên tirkî li Şengalê û her wiha li bajarokên Sinûn, Xanesor û hinek gundan hate destpêkirin. Li gund û bajarokên Şengalê her wiha belavok tên belavkirin. Di belavokan de bang li welatiyan tê kirin ku malên tirkan nekirin û girîngiyê bidin malên xwemalî.

Bang kir

Têkildarî mijarê hevserokê Meclisa Gel a Sinûnê Xwedêda Eliyas axivî û wiha got: “Em bi rêya belavokan ji esnaf û welatiyan re dibêjin ku malên tirkan nekirin. Kirîna malên tirk piştgiriya ji bo dagirkeriyê ye. Em bang li hemû Şengaliyan dikin ku malên tirkan nekirin.”

‘Hewcehiya Şengalê bi malên tirkan nîne’

Welatiyê bi navê Omer Mirad jî diyar kir ku ew ji pêngava boykotkirina malên tirkan keyfxweş e û wiha dom kir: “Hêvîdarim ku gel êdî tiştên tirkan nekire. Rewşa Şengalê gelek başe. Li şûna tiştên biyanî divê em girîngiyê bidin tiştên xwemalî. Li Şengalê her tiştên me heye ku em karibin pê debara xwe bikin.” ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar