Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li şêniyên Omeryanê zexta sîxurtiyê tê kirin

Hêzên artêşa tirk zextên xwe yên li ser şêniyên Herêma Omeryan a Mêrdînê berdewam dikin. Artêşa tirk bi awayekî keyfî bi hezaran lîre cezayê ceryanê li welatiyan dibire, li ser gundan droneyan difirîne, dest danin ser wesayîtên şêniyan û sîxurtiyê lê ferz dikin

Şêniyên Herêma Omeryan a navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ji salên 90’î ve di bin zext û zordariya dewletê de ne. Li herêma ku bi sedan gund lê hene, bi dehan jî qerekol hatine avakirin. Herêm bi baxçeyên xwe yên fêkî, zebze û erdên çandiniyê tê zanîn. Di salên 90’î de gundên herêmê hatin şewitandin û di van salên dawîn de jî şênî careke din vegeriyabûn ser gundên xwe.

Hêzên artêşa tirk mîna salên 90’î, niha jî zexta xwe ya li ser şêniyên herêmê didomîne. Hêzên artêşa tirk herî dawî bi ser gundên Xerabê Bava û Talatê de girtibûn û hovîtiyeke mezin li ser şêniyên gund kiribûn. Tê gotin ku leşkerên dewleta tirk niha jî bi hinceta kontrola rê, dest danin ser wesayîtên şêniyan.

Li ser gundan droneyan difirînin

Çavkaniyên ji herêmê ragihand ku di demên êvaran de drone li ser gundan digerin û şênî nikarin derkevin. Şêniyên ku bi roj diçin baxçe yan jî ser erdê xwe jî rastî zextên leşkeran tên. Ji ber bûyerên du sal berê, gelek herêm weke ‘Herêma ewlehiya taybet’ hatine ragihandin û ji destê gel hatine stendin.

Bi hezaran lîre ceza birîn

Şêniyên herêmê diyar kir ku ji ber kontrola rê û lêpirsîna nasnameyê nikarin bi rehetî biçin gundên xwe. Her wiha şêniyan destnîşan kir ku her tim ji aliyê leşkeran ve rastî gotinên weke ‘îfadeya we heye biçin emniyetê’ tên. Çavkaniyên ji herêmê da zanîn ku li gundê Çale û yên derdora wê de leşkeran bi ser gelek malan de girtiye û bi hezaran lîre cezayê ceryanê li şêniyan biriye.

Zexta sîxûrtiyê

Têkildarî mijarê şêniyekî ji gundê Talatê ku nexwest navê xwe bide, der barê zextên artêşa tirk de ev agahî dan: “Leşkeran ez di rê de sekinandim û gotin ‘emniyetê bangî te kiriye.’ Ceryana min qaçax nîne lê 9 hezar lîre ceza li min birîbûn. Ez çûm emniyetê û gotin; ‘cezayê pereyê ceyranê heye. Pereyê me heye em dikarin pereyê te bidin. Lê divê tu jî alîkariyê bidî me.’ Ji ewil min fêm nekir. Lê piştre pê hesiyam ku sîxûrtiyê li min ferz dikin.” MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar