Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li ser çarenûsa sê gerîlayên li Xelîfanê agahiyên nû

Çavkaniyê xwecihî diyar kir ku her sê gerîlayan bi qasî saetek berxwedaniyek mezin kirin û şerek dijwar rû da. Lê piştre her sê gerîla ji aliyê hêzên PDK’ê ve tên şehîdxistin û cenazeyê her sê gerîlayan li heman cihê vedişêrin

Navenda Nûçeyan |  

Çavkaniyên xwecihî ji gundê Bêxme yê navçeya Xelîfan a Hewlêrê di derbarê çarenûsa her sê gerîlayên ku 26’ê Tîrmehê li gundê Bêxme hêzên PDK’ê êrîşê wan kiribû û ji wê demê ve agahî ji her sê gerîlayan nayê girtin, zanyariyên nû dan Ajansa Rojnewsê.

Li gorî zanyariyên ku ji çavkaniyên xwecihî hatin girtin, demek dirêj e PDK hêzek xwe ya taybet ku ji dijteror û hêza taybet a binemala Barzanî pêk tê, li devera Xelîfan ta devera Barzan bi cih kiriye. Bi taybet ew rêyên ku gerîla diçin û tên hêzên xwe bi cih kirine, bendên kontrolê danîne û hêzek zêde li deverê bi cih kiriye.

Der barê bûyera 26’ê Tîrmehê ya li gundê Bêxme de çavkaniyên xwecihî aşkera kirin, wê rojê sê gerîla bi peyatî di gundê Bêxme re derbasbûn, diyar bû ew ji cihek dûr dihatin û westiyabûn. Piştî her sê gerîla digihin gundê Bêxme ji aliyê hêzek zêde ya PDK’ê ve tên dorpêçkirin û gule li gerîlayan di barînin.

Heman çavkaniyan aşkera kirin ku piştî ku hêzên PDK’ê gulebaranek zêde li gerîlayan kirin, piştre banga radestbûnê li gerîlayan dikin. Lê her sê gerîla xwe radestî hêzên PDK’ê nakin. Piştre hêzên PDK’ê bi çekên giran li gerîlayan direşînin.

Çavkaniyê diyar kir ku her sê gerîlayan bi qasî saetek berxwedaniyek mezin kirin û şerek dijwar rû da. Lê piştre her sê gerîla ji aliyê hêzên PDK’ê ve tên şehîdxistin û cenazeyê her sê gerîlayan li heman cihê vedişêrin.

Çavkaniyan gotin ku piştî her sê gerîla şehîd dibin, hêzên PDK’ê diçin ser cenaze û kêyfxweşiya xwe bi gotinên wek “Ev tola her pênc pêşmergeyên li Metînayê hatin şehîdxistin bûn” nîşandan. Ev jî di demek de ye ku di destpêkê de hem medyaya PDK’ê hem jî pisporên leşkerî li ser bûyera li Metînayê aşkera kiribûn ew her 5 pêşmerge di encama êrîşa hewayî ya balefirên tirk de jiyana xwe ji dest dabûn.

Çavkaniyên xwecihî îdîayên medyaya PDK’ê û hêzên PDK’ê ku gotibûn gerîlayan li Bêxme êrîşê wan kiriye derewand û wiha gotin: “Ev îdîayên ku tê gotin gerîla êrîş kirine, derew in. Her sê gerîla wek rêwingî dê di gundê Bêxme re derbasbûyan. Lê hêzên PDK’ê êrîşê wan kirin û ew şehîd xistin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar