Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li ser ciwanan polîtîkaya ferzkirina sîxurtî û gef xwarinê

Endamê Meclisa Ciwanan a HDP'a Edeneyê Selman Şen anî ziman ku ev demeke tê şopandin, sîxurtî lê tê ferzkirin û gef lê tên xwarin

Endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîka a Gelan (HDP) a Edeneyê Selman Şen, ji ber ku polîs sîxurtî lê ferz dikin serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê da.

Şen diyar kir ku di sala 2019’an de gelek caran hatiye binçavkirin û di hezîrana 2019’an de jî di avêtina ser malê de hatine binçavkirin û paşê bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatiye girtin û 9 mehan di girtîgehê de maye.

Ferzkirina sixûrtî û gef

Şen,anî ziman ku di 12’ê adara 2020’î de hatiye berdan û gava hatiye berdan li ber nîzamiyeya girtîgehê du kesên xwe wekî îstixbarata cendirmeyan dane naskirin jê re gotine ‘Me qawişa ku lê diman guhdar dikir. Hin ji we plana firarê yan jî çalakiyeke sabotajê dikin. Lê em nizanin ev kes kî ye. Heger tu ji me re bibêjî, em ê di her warî de ji te re bibin alÎkar. Em dizanin tu jî di nav wan de yî’ û da zanîn ku bi vî awayî sîxurtî lê hatiye ferzkirin û gef lê hatine xwarin.

Her tim tê binçavkirin

Her wiha Şen destnîşan kir ku ji wê çaxê heya niha tim tê binçavkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Biçim ku, polîs û cendirme didin dû min. Herî dawî ji bo kar çûm Tekîrdagê. Li wir jî polîsa hatin cihê kar û ji min re gotin, ‘Ji roja ku tu hatiyî vir çalakî tên lidarxistin. Heger tu derbarê van de ji me re tiştin nebêjî, gumanbar tu yî. Va me negot.’ Bi vî awayî gef li min xwarin. Çend caran wisa kirin. Mecbûr mam dev ji kar berdim. Di 8’ê nîsanê de vegeriyam Edeneyê. Gava hatim, roja din polîsê bi navê Zekeriya ku dibêje ‘ez îstixbarat im’, telefonî min kir û got, ‘Gere biaxifin. Were Qereqola Denîzliyê. Tu yê kengî werî? Ez dizanim tu li dû çi yî? Heger li Taxa Denîzliyê torpîlek din jî biteqe, ez ê te bigirim.’ Min jî jê re got tiştek tune ye û ez baş dizanim hûn li pey çi ne. Min jê re got, ez ê giliyê te bikim. Hefteya borî li Xaçerêya Karasûyê çalakiyek çêbû, polîsan ez kirim hedef û li nav kuçeyê li min xistin. Heger tiştek bê serê min berpirsiyar Midûriyeta Polîsan a Edeneyê, îstixbarata cendirmeyan û polîsan e.”  EDENE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar