Navenda Nûçeyan
Her diçe di xebatên di warê kurdî û wêjeya kurdî de pêşketinên mezin pêk tên. Di vê çarçoveyê de piştî xebatên 5 salan ferhenga zimanê fînî û kurdî ya zaravê kurmancî hat amadekirin.
Ferhenga ji 28 hezar peyvan pêk tê û ji aliyê xebatkarê komela kurdan Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) Alî Bayraklî û bi hevkariya Huseîn Muhammed ve hatiye amadekirin.
Ferhenga Kurdî- Fînî valahiyekî mezin tije dike li nava civaka kurdên li Fînlandê. Şagirdên kurd, mamoste û wergêr dikarin sûd jê wergirin.
Ferheng li ser înternet tê bikaranîn û lînkê wê ev e : https://www.kotus.fi/sanakirjat/maahanmuuttajakielten_sanakirjat/suomi kurmandzi/ajankohtaista suomi-kurmandzi-sanakirjassa/suomi-kurmandzi-sanakirja_valmis.35278.news