Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Perşembe - 19 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Li ser Iraqê û Hewlêrê, rakêşa Tirkiye û Îranê

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Ji alîkî ve Tirkiye, ji aliyê din ve Îran, li ser Iraqê û Başûr di nava hewldanên pir xerab de ne.

Her du dewlet jî, heke karibin rêveberiya Bexdayê û Hewlêrê bixin xizmeta siyasetên xwe, na nikaribin wê wextê hewl didin ku hemû xaka Iraqê (tev li Hewlêrê) dagir bikin. Jixwe heke şerd û mercên giştî destûrê bide, wê hez bikin vê erdnîgariyê hemû bixin nava sînorên dewletên xwe!

Him piralî êrîşên leşkerî û terorîstî, him jî piralî hewldanên dîplomatî tên birêvebirin.

Bi giranî êrîşên xwe, bi rêya hêzên xwecihî yên Iraqî û Başûr didin meşandin.

Mînak Îran, bi rêya Heşdî Şabî û hinek rêxistinên din, tirkî jî bi rêya komek Barzaniyan hewldanên xwe yên hundurîn didin meşandin.

Di van rojên dawî de, lez dane van hewldanên xwe yên bi giştî destdirêjiya nava Iraqê û bi taybetî destdirêjiya başûrê Kurdistanê.

Tê zanîn peywendiyên li gel xiyaneta Berzaniyan yên berê, lê nuha êdî ne nehînî belê aşkere peymanan fermii imze dikin û Rêveberiya Bexdayê jî beşdarî vî karê malxerab kirine.

Di çarçova van peymanên fermî û aşkere yên nû de, Parastin a Barzaniyan û MÎT a tirkan, di 8.7.2024 de li baregeha Bamernê ya Amediyê civînek çêkirine û odeyên tevgerî û agahî yên hevpar damezrandine.

Navendên van baregehên hevpar Bamernê û Başîka ne, herêm jî Zaxo, Duhok û Amediyê ne.

Lê wisa diyar dibe ku gelê me yê van herêman baweriya xwe êdî bi van Barzaniyên xwefiroş naynin. Lewma hinek kesên nasyar û payebilindên Başûr ên mîna Elî Ewnî, Parêzgerê Dihokê Elî Teter, Azad Berwarî, Hemîd Derbendî û Şêrzad Mûnzûr, kirine serkêşên hinek kom û di hefteya dawî ya tebaxa 20242an de, li herêmên Amediyê, Biradost û Behdînan bi gel re civînan çêdikin.

Ji bo ku gelên li van herêman bixapîne û dewleta tirk bi wan şêrîn bike, propaganda kirine.

Naveroka sosret a civînên wan jî ev e: Rêveberiya Bexdayê mehanên(meaşên) me nade, belê rêveberiya Enqereyê wê mehanên me bidin û hwd!

Ev axaftin, gotinên Mesûd Barzanî, yên li gel Cavît Çaglar ê wezîrê Demîrel kiribû tîne bîra mirovan.

Gotibû, “Bavê min nesihet kiriye, hûn baweriyê bi Seddam nînin, baweriyê bi tirkan re bînin!”

Îca çendîn rast an derew be, ev li alîkî, lê ya girîng û qebhet ne ev e gelo?

Ma heke rast be, ma yê xiyanet bi bavê xwe re jî kiribe ne ew e ku di 31’ê Tebaxa 1996’an de arteşa Seddam vexwend Erbîlê? Ev bajar ji bin bandora YNK’ê hat derxistin, gelek pêşmergên wan û nexweşên PKK’ê li nexweşxanê hatin şehîdkirin û hwd.

Di encamê de niha, cihê Barzanî serdest in ketine bin bandora dagirkeriya dewleta tirk. Her wiha bi vêya jî ranawestin, hewl didin ku cihên YNK lê serwer e jî bixin bin destê dewleta tirk û YNK’ê jî bike hevkarê xiyaneta xwe!

*  *  *

Li aliyê din hewldanê desthilatî û dagirkeriya Îranê jî bi hemû leza xwe û di asta herî bilind de dewam dike.

Serokomarê nû Mesûd Pizişkiyan, di 11.9.2024 de derket gera Bexdayê. Ev gera wî ya despêke ya derve bû û wê 3 rojan dom bike.

Roja yekê li Bexdayê bi M. Şiya Sûdanî, Latif Reşid û Faiq Zeydanê Serokê Konseya Dadgeha Bilind re rûnişt.

Di 12.9.2024 de çû Hewlêrê, Nêçîrvan Berzanî ew pêşewazî kir. Paşê derbasî Silêmaniyê bû û Bafil Talabanî, ew li balafirê pêşewazî kir.

Qasî ku tê xuyakirin, bi tenê li gel rêveberiya Bexdayê peymanek ji 14 xalan pêktê îmze kirine û bi tenê yek xal li ser ewlekariyê ye.

*  *  *

Weke di despêkê de hat destnîşankirin her du dewlet jî dixwazin Iraqê û Hewlêrê bixin bin bandora xwe û ev trafika lezgin jî ji bo heman armancê ye.

Ev rakêşî û rikeberiya navbera Îran û Tirkiyeyê wê zêdetir û tundtir bibe. Ji ber ku li pişt vana, zirdewletên cîhanê hene; li pişt Tirkiyeyê DYA û NATO heye, heke ne qasî Tirkiyeyê be jî li pişt Îranê jî Rûsya û Çîn heye.

Em li vir werin ser mijara doza Kurdistanê. Mîna hercar dîsa em ê bêjin; xetere jî, derfet jî gelek in. Kî hosta û bi rêxistin bin ew bi ser dikevin. Em vê jî dikarin bêjin; ji vî alî ve gelê Kurdistanê ne lawaz e!

Nûçeyên Têkildar