Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...
Pazartesi - 1 Temmuz 2024

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

Li ser keda Raperînê rûniştin!

Raperîn ango ‘Serhildan-Serîrakirin’ navê serhildana Başûrê Kurdistanê ku 5’ê Adara 1991’ê destpê kirbû. Piştî Şerê Kendavê yê Yekem û şûnde li Iraqê, Kurd û Erebên Şîa ji ber zextên Baasê xwestin xwe rêxistin bikin û serî li ber rakin. Beriya 3’yê Adara 1991’ê li bajarê Besra û derdorî wê Şîayên dijîn, destbi serhildanê kirin. Şerê di navbera gel û artêşa Iraqê de, piştî şandina leşkeran a ji aliyê rejîma dîktator a Seddam Huseyîn re veguherî qetlîamên girseyî.

Heman rojan li Başûrê Kurdistanê jî Kurd jî bi Enfal û qetlîama Helebceyê hatibûn serkutkirin; di nava gelê Kurd de, li dijî rejîma Baasê tevgereke berxwedanê nebû. Pêşmerge têk çûbûn, tevgerên Kurd derbasî Îran, Tirkiye û Sûriyeyê bûbûn. Dewleta Iraqê bi darê zorê gel xistibûn bin tirsa çeke û veguherandibû hêzeke milîsan. Yek jî kêmaniya Seddam kirî ev bû.

Milîsên bi darê zorê hatibûn bi çekkirin, bûn bingehê mîmarê serîrakirina Kurdan a li herêmê. Kurdên ku fermî girêdayî artêşa Iraqê bûn, li herêma ‘Raperîn’ Ranya, Qelediz, Çarqûrne gundiyan bêer çeka xwe dan artêşa Iraqê. Gel jî dest dan çekan û tevlî serhildanê bûn.

PKK’ê jî berî ‘Raperînê’ û piştî wê di nava gel de rêxistin û pêşengtî ji şer û serhildanê re kir. Milîsên di warê pêşengtiya polîtîk zeîf bûn PKK vexwendin herêmê, ji hebûna PKK’ê ya li herêmê kêfxweş bûn. PDK û YNK ên herêm diterikand, PKK li dijî rejîma Seddam, bi gel re ser rakir. Partiyên din, piştî serhildanê ku çend bajar hatin rizgarkirin û şûnde vegeriya Başûrê Kurdistanê.

Li gorî şahid û belgeyên wê demê mirov dibîne ku PKK li aliyekê pêşengtiya raperînê kir û li aliyê din li dij dijminên hevpar ên gelê Kurd tenê bi Bakur re sînordar nema, li Başûr jî bi gel re serî rakir û şer kir. Dema ku tevgerên Kurd reviya, pêşengtî ji civakê re kir û mîna îro li her cihê Kurd lê şer dike. Lê li vir mijara me ya esasî ew e ku berî 31 salan gel ji bo jiyaneke ewle, aram û serbixwe bijî, serî rakir û bi berdêlên giran şer kir, têkoşîn kir; lê îro berhema wê raperîn û têkoşînê nagire.

Berî 31 salan gel bi hestê şoreşê û siberoja xwe şer kir, berdêl da û herêmên xwe ji bin zextê rejîmeke faşist-dîktator a celadê Kurda Seddam Huseyîn rizgar kir. Lê îro bi taybet PDK û YNK û hinek aliyên bi van re kar dikin, li ser vê kedê rûniştin û jê dixwin.

Dema mirov li roja îro dinêre, dibîne ku civak ji rewşa heyî ya hikûmet û rayedarên li ser navê gelê kurt taybet li Başûrê Kurdistanê kar dikin, heta qirikê ketine nava dizî, gendelî û nelirêtiyê. Gel hejar, birçî û terkî bê xizmetiyê hatiye kirin, erda Başûr li ser du binemalî û kampanyayên şirîkên wan hatiye parçekirin. Her roj nevî û zarokên gelê li ber rejîma Baasê rabûne, li kolanan daxwaza heqê nanê xwe yê şevê dike. Daxwaza xwendin û karê xwe dike. Gelo ma kalikên van ji bo neviyên wan rehet bijîn, li ber faşîmê serî rakirin? Canê xwe dan ku îro rehet neviyên wan, zarokên wan bijî. Lê mixabin em îro dibînin ew hest û raman ku civak lê raperiyan, niha hemû hatiye piştguhkirin û tenê hinek alî ji dewelemendî û petrola herêmê dixwin. Dibin xwendî qesir û mal.

Dîsa li aliyê din em dibînin ku ji derveyî têkoşerên kurd ên ji bo doz û heqê Kurdistanê têkoşîn dikin, hemû cehş, celadên kurdan ên rejîma Baas û dîsa MÎT û îstixbaratên welatên cuda li herêmê bi aram dijîn, lê şoreşger nikarin bijîn. Ev yek jî dilgiranî û xemek mezin xistiye nav gelê kurd giştî. Bi taybet gelê Başûr ji vê yekê pir nerazî ye û di her warî de hêviyên raperînê nemane. Dibêjin gel serî rakir, lê hinek alî li ser vê rûniştin. Ji bo wê dibêjin dem hatiye ku li dijî vê sîstem û desthilta malbatî û bavikî rabe. Serîrakirineke hesabxwestin û ji textdana van kes û aliyan lazim e.

Di nava civakê de ‘Raperîn’ weke nav maye û hundirê wê ji aliyê desthilatê ve tim hatiye bikaranîn û armanca esasî ya ‘Raperînê’ tê piştçavkirin. Ji bo wê hêviya gel a berî 31 salan û niha bi qasî erd û esman ji hev dûr in. Xebat û têkoşîna ji bo serfirazî û jiyaneke ewle û aram hate kirin, niha nabe malê civakê û welatiyên li ser vê axê dijîn.

Bazar nîne, karker bê karin, xizmet bêje qet nîne her wiha dahet û nefta Herêmê beşek mezin ji bo partiya desthilatê ye û gel hejar e. Di salvegera raperînê de gel bê xizmet û dest vala ye. Ji bo ji vê rewşê rizgar bûn û xwegihandina armanca esasî ya Raperîna 1991’ê divê civak hê zêdetir bi rêxistinkirî û bi biryar li ber zext û zilmê, daxwaza heq û keda xwe bike. Ev jî bi têkoşîneke pir rengî û civakî pêkan e. Xwendekar, jin,ciwan , karker, kedkar û mamoste bi hev re dest bi dest kirin, mil bi mil raperin…

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar